Walî qedexeyên li Wanê 30 rojên din dirêj kir 2017-05-04 10:45:08 VAN - Waliyê Wanê qedexeyên daxuyanî, mîtîng çalakiyên li derve mehek din dirêj kir. Vekirina stand, vedana kon û çalakiyên xwepêşandan jî hat qedexekirin. Waliyê Wanê, li Wanê mîtîng, daxuyanî, meş û xwepêşandan heta 30 rojan dirêj kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku daxuyaniyên çapemeniyê, vedana konan, vekirina standan çalakiyên rûniştinê jî bi tevahî qedexe kir. Walîtiyê di daxuyaniyêde diyar kir ku li gorî zagona hêjmar 2935 a OHAL'ê xala 11'an çalakiyên li kolanan ji 4'ê Gulanê de heta 30 rojan qedexe kirine.