Walîtiya Dersimê bîranîna komkujiya Dersimê asteng kir 2017-05-04 11:51:34 DÊRSIM - Walîtiya Dersime daxuyaniya ku li qada Seyit Riza a ji bo komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38'an de bê dayîn qedexe kir. Dêrsimiyan bi minasebeta salvegera komkujiya Dersimê xwest li Qada Seyitriza kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. Walîtîya Dersimê destûr neda ku Dersimî kesên di komkujiya Dersimê ya di salên 1937-38'an de pêk hat hatin kuştin bibîr bînin. Li Dêrsimê 80 sal berê di komkujiya Dersimê de bi hezaran Dersimî hatibûn kiştin. Bi deh hezaran Dersimî jî hatibûn sirgûnkirin. Cîgirê Walî û Cîgire Hevşaredarê Dersimê yê bi qeyûmê hat tayînkirin Hasan Çiçek bi îmzeya xwe diyar kir ku daxuyaniya bê dayîn li dijî xala hêjmar 2911'an a Meş û Xwepêşandan e û destûr neda ku daxuyaniya bîranînê bê dayîn.