Polîsên 'vexurkî' bi wesayîta dupişk ketin malê: 2 zarokan jiyana xwe dest da 2017-05-04 13:34:23 ŞIRNEX- Li navçeya Sîlopiyê b saetên şevê polîsên ku hate îdiakirin vexurkî ne bi wesayîta zirxî ya dupişk diwarê malê xirakirin û ketin hundirê malê. Zarokên bi navê Muhammet Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) jiyana xwe ji dest da. Li taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê polîsên ku bi wesayîta xirxî ya dupişk ve dewriye digeriyan saet di 23.30'an de li diwarê malekî li kolana 215'an qelibîn û ketin hundir. Li odeyê zarokên bi navê Muhammet Yildirim (7) û Furkan Yildirim (6) radiziyan bi giranî birîndar bûn. Pİştre polîsan wesayît li cihê bûyerêhiştin û ji wir çûn. WELATIYÊN TAXÊ: POLÎS VEXURKÎ BÛN Piştî bûyerê gelek polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Welatiyên taxê li hemberî vê rewşê nerazîbûn nîşandan û di navbera welatî û polîsan de nîqaş derket. Di nîqaşa derket de 3 welatiyên ku nexwestin navên wan bê aşkerakirin ji aliyê polîsanv e hatin derbkirin. Şahidên bûyerê îdiakirin ku polîsên li diwarê malê qelibîn vexurkî bûne. WALÎ: QEDER E! Welatiyan bi derfetên xwe ve herdu zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê lê herdu bira ligel hemû medaxaleyan xilas nebûn. Cenazeyên zarokan li Goristana Karşiyakayê hate definkirin. Malbata Yildirim ji bo zarokan li Mizgefta Osman şîn danî. Serê sibehê Waliyê Şirnexê Alî Îlhas Su ji bo sersaxiyê hate mizgeftê. Hate hînbûn ku Walî Su têkîldarî bûyerê ji malbatê re gotina "ev qeder e" bi kar aniye. Der barê polîsên ku li diwarê malê qelibîne de nayê zanîn lêpirsîn hatiye vekirin an na.