Îtirazî cezaya ku dan nûçeygihanê me kirin 2017-05-04 13:59:41 AMED - Îtirazî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezaya ku 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Xarpêtê dabû nûçegihanê me Mehmet Guleş hate kirin. Îtirazî 9 sal û 4 meh û 15 roj cezaya ku 2'yemîn Dadgeha Cezeya Giran a Xarpêtê dabû nûçegihanê me Mehmet Guleş ê di 7'ê Kanûna 2016'an de hatibû girtin, hate kirin. Di doza ku duh hatibû dîtin de ji ber nûçe û hevdîtinên ku nûçeygihanên me bi heval û çavkaniyên nûçeyan re kiribû wekî sûc hatibû dîtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza dabûn Nûçegihanê me. Parêzerê Guleş Resul Tamur têkîldarî cezalî serî li Dadgeha Cezaya îstinafê ya Dîlokê kir û îtiraz kir.