'Em hatin hesab bipirsin' 2017-05-04 14:06:13 RIHA - 1'emîn rûniştina doza 33 ciwanên sosyalist ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve li Pirsûsê hatin kuştin li Amedê dest pê kir. Malatên beşdarî dozê bûn diyar kirin ku ew hatine hesab ji qatil û berpirsiyaran bipirsin. Parezera dozê Gulhan Kaya, diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de 3 dozger hatin guhertin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de endamê DAÎŞê Şih Abdurrahman Alagoz li ber avahiya NAvenda Çanda Amara di nava ciwanên sosyalîst de êrişa xwekujî pêk anî û di êrîşê de 33 ciwanên endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst jiyana xwe ji dest dan. Piştî sal derbas bû hêj nû doz hat vekirin û yekemîn rûniştina dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Malbatên ciwanên Federasyona Komeleyên Sosyalîst, berî ku beşdarî rûniştina dozê bibin, li ber Kampusa Girtîgeha Rihayê daxuyanî dan. Malbazên ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn, Parêzerên malbatan, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Endamên KESK'ê, Yekitiya Baroyên Herêmê, Parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Îbrahim Ayhan, Alî Atalan, endamên Meclîsa HPD'ê Zeki Çelîk, Omer Önen, Endamê Meclîsa HDP'e Ziya Çalışkan û Parlamenterê CHP'ê Veli Agbaba, Şenar Saruhan û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de "Ji bo Pirsûsê em li pey edaletê ne" vekirin. Malbatan di daxuyaniyê de alên HDP, SGDF vekirin û bê navberber siloganên “Ji bo pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet", "Şehit namirin”, “Em dê ji bo pirsûsê hesab bipirsin", “Hêsirên dayikan dê qatilan bifetisîne" berz kirin. 'RAYEDARAN RÊ LI PÊŞ KUŞTINÊ VEKIR' Dayika Murat Yurtgul Şemse Yurtgul, bertek nişanî rayedaran da û diyar kir ku di saeta teqinê de tu tedbîr nehatibû girtin û wiha got: "Piştgiriyek mezin dan komkujiyê. Rayedaran rê li pêş komkujiyê vekir. Yasin Can, ji bo bibe pira di navbera gelên Rojhilata navîn de xwest biçe Kobanê. Lê ji bo rê li pêş vê pirê bigirin ev komkujî pêk anîn. Em îro ji bo hesab bipirsin hatin vir. Em ne tenê li Pirsûsê, em li Enqere, li Cizîr, Li Nisêbîn û Sûrê hatin qetilkirin." EM HATIN HESAB BIPIRSIN Serokê SGDF'ê Ceren Çoban, jî anî ziman ku wekî kesên ala wan rakirine dê pêşiya vê dozê bernedin û wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa ciwan û jinan e. Şoreşa Rojava avakirina pêşeroja azad e. Em ji bo zarokên Kobanê di cejnê de şekir bixwin û bikenin ketin rê. Îro jî ji bo em hesabê hevalên xwe bipirsin em ketin rê û hatin vir. BERSÛCÊ GIRTÎ TUNE Parêzerê malbatan Gulhan Kaya, jî anî zimanku îdîaname ji wan hatiye veşartin û bi vî rengî bersûcan diparêzin û wiha got: "18 meh şûnde rûniştina dozê tê dîtin. "Doza Pirsûsê li ser komkujiya Enqereyê ha tiye vekirin. Heta niha 3 dozgerê ku lêpirsînê dimeşînin hatin guhertin. Dozger got "Bersûcek hebû ew jî mir" û xwest ser dozê bigire. Lê têkoşîna me malbatan destûr neda ku bigirin." Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Ayhan jî anî ziman ku 21 meh berê ji gelek deverên Tirkiye 33 ciwanên ku ji bo aştiye dilê wan diavêt hatin kuştin û wiha got: "Ew ji bo bibin pira aştiyê hatin. Lê bombe xistin bin vê pirê. Em dawiya vê dozê bernadin. Heta edalet pêk bê emê vê dozê bernedin."