Ayla Akat hat berdan 2017-05-04 15:12:43 AMED- Berdevka KJA'yê ya bi KHK'ê ve hatibû girtin û parlamentera berê Ayla Akat Ata ya ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû girtin û bi daxwaza 95 sal cezayê dihat darizandin hate berdan. Doza Berdevka KJA'yê ya bi KHK'ê ve hatibû girtin û parlamentera berê Ayla Akat Ata ya ku ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû girtin û bi daxwaza 95 sal cezayê dihat darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ata ji bo dozê ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê anîn Amedê û parêzerên wê beşdarî dozê bûn. Piştî tespîta nasnameyê kurteya îdianameyê hate xwendin. Piştre Ata parastina xwe kir. ata beşek ji parastina xwe bi zimanê dayika xwe kirmanckî kir û piştre jî bi tirkî berdewam kir. Ata hemû sûcdarkirinên der barê xwe de red kir. Heyeta dadgehê têkîldarî xebatên KCD'ê de pirs ji Ata kir lê parêzeran ji ber ku Ata wê demê parlamenter bû îtiraz kirin. Lê heyeta dadgehê ev red kir. Ata li ser vê der barê xebatên KCD'ê de agahî da û diyar kir ku di hevdîtinên ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin gelek caran hatiye gotin ku KCD'ê rêxistineke legal e ji KCK'ê cudatir e û ji bo vê yekê gelek caran daxuyanî hatiye dayîn ev yek di îdianameyê de jî cih digire. Ata got ku di KCD'ê de di Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan de cih girtiye, kar û xebatên KCD'ê veşarî nîne heta niha hemû xebatên ku hatine kirin ji raya giştî re vekirî hatine kirin, dîsa karên ku di bin banê KCD'ê de kiriye ji bo wê gelek sûdewar bûye. Ata got ku bi taybetî jî di Komxebata Xweseriyê û Kuştinên Kiryar Nediyar ên KCD'ê de gelek tişt hîn bûye. 'OCALAN RÊBERÊ GELÊ KURD E' Ata destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane zêdetirî 20 sal in kedê dide ew bi xwe jî ji nêz ve bûye şahidê vê yekê û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ve dema ku em li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî ji me re gotina '20 sal in em hevdîtinê pêk tînin heta niha îradeyekî siyasî derneket holê' bi kar anî. Di vê navberê de heyeta dewletê ya li cem me gotina 'îradeya siasî heye" bi kar anî. Ez Birêz Ocalan wekî Rêberê Gelê Kurd dibînim. Weke jineke min çavê xwe bi Birêz Ocalan re vekir. Ez nikarim vî rastiyê înkar bikim. Pirsgirêka kurd pirsgirêka me ya hevpar e ez terorîzekirina vî pirsgirêkê qebûl nakim. KCD jî saziyekî ku eleqeya wî bi terorê re tuneye ye." Piştî ku Ata parastina xwe kir dozger mutalaya xwe aşkera kir û xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û girtîbûna Ata berdewam bike. Parêzerên Ata yên ku piştre parastin kirin belgeyên ku KCD saziyeke qanûnî ye pêşkêşê heyetê kirin. Parêzeran xwestin muwekîla wan bê berdan. Heyeta dadgehê jî piştre biryara xwe aşkera kir û dema girtîbûna Ata li ber çavan girt û bi şerta kontrola edlî Ata tehliye kir.