17 akademisyenên hatin îxrackirin: Ji bîr nekin em serî danînin 2017-05-04 15:33:35 AMED - 17 akademîsyenên Zanîngeha Dîcleyê ku bi KHK'ê hatin îxrackirin daxuyanî dan û gotin: "Ji ber ku em bawer dikin em mafdar in em dest ji têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê bernadin. Em dê dîsa rexne bikin û li çareseriyê bigerin. Ji bîr nekin em em serî natewînin û nabin kole." 17 akademîsyenên ku bi KHK'ya dawî ji Zanîngeha Dîcleyê hatin îxrackirin û piştre hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. 17 akademisyên ku hatin berdan li 1'emîn Şaxa , Egitim Senê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Egîtim Sendê jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê akademîsyenan Serokê 1'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê Abbas Şahin daxuyanî da. Şahin, anî ziman ku akademîsyenan piştî Çileya 2016'an deklerasyona çareseriya demokratîk dan û gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî". Şahin, bilêv kir ku piştî vê gotina akademîsyenan pergalê ew kirin hedef û wiha got: "Akademîsyenên ku aştî parastin di serî de ji aliyê medya alîgir ve bûn hedef. Televizyon û rojnameyên hawiz ew kirin hedef. Li Tîrkiye û Cîhanê hemû akademîsyen dibin hedef. Her ku akademîsyen li dijî polîtîkayên tirsê bi axivin, bifikirin, çareseriyê ava bikin û binivîsin û têbikoşin dê bêtir împaratoriya tirsê bişkînin. Mafê azadiya ramanê û îfadeyê bi awayekî keyfî tê astengkirin. Lê ji bo welat nekeve nava rojên tarî em dê bi dil û can têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku nikarin bi hiqûqê akademîsyenan têk bibin vê carê wan bi KHK'yan îxrac dikin û tasfiye dikin. Serî li rêbaza ajaliya nepenî didin. OHAL kirin hincet û rê li pêş ragihandinê girtin. Em baş zanin ku ev hewldanên nava wan vala bi ser nekevin. Bi dûrxistina akademisyenan dibêjin 'Ger hûn bibin muxalifê ikdîdarê em dê we ji kar dûr bixin û bişînin mala we. Dixwazin refleksa civakê bi vî rengî tune bikin. 'JI MIROVÊN KOLE AKADEMÎSYENÊN ÇÊNABIN' Şahîn herî dawî îktîdara siyasî hişyar kir û wiha got: "Bila îktîdara siyasî baş zanibe ku ji mirovên kole akadmisyen nabe. Em wekî Egîtîm Sen'ê îktîdara siyasî hişyar dikin. Em ne biyaniyê van tiştan in. Em pêşeroja xwe radestî destên tarî nakin. Em baş dizanin ku em dê disa li zanîngehan vegerin û peywira xwe berdewam bikin. Em dê her tem ji bo aştî, demokrasî û serdestiya hiqûqê tê bikoşin. Em hikûmetê hişyar dikin û dixwazin demek berî demekê ji van polîtîkayên şaş vegerin. Em dizanin ku em mafdar in û di doza xwe derast in. Ji bîr nekin akademîsyen tu carî serî natewîne." Piştî daxuyaniyê Prof. Dr. Alaattin Selçuk Ertekin, jî anî ziman ku tu eleqeya wan bi tu rêxistinan re tune û wiha got: "Em ji bo mafê xwe bi dest bixin em dê serî li hemû rêyan bidin û em dê heta dawî j bo mafê xwe têbikoşin."