Akat Ata: Em ê ji cihê mayî têkoşîna xwe berdewam bikin 2017-05-04 20:18:49 AMED - Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ya ji girtîgehê derket wiha got: "Em ê ji cihê mayî têkoşîna xwe bidomînin. Ev têkoşîneke azadî û demokrasiyê ye. Û heta pêdivî pê hebe, em ê bidomînin." Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Ata, di danişîna yekemîn a doza xwe ya ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de tehliye bû. Akat Ata ya ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê dihat ragirtin, ji bo dadgehê ew anîn Amedê. Piştî dadgehê Akat Atayê birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Akat Ata ya ku ji girtîgehê derket, li ber girtîgehê ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, endam û rêveberên TJA, HDP û DBP'ê ve û xizmên xwe ve bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat pêşwazîkirin. ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE' Akat Ata ya ku kesên li ber derî li bendê bûn yeko yeko hembêz kirin, piştî pêşwazîkirinê daxuyaniyeke kurt da. Ata wiha got: "Belê, tehliyeyek heye lê em pir kêfxweş nabin. Ya girîng ne tehliyekirina kesan e. Di pêvajoyeke bi awayekê êşbar pirgirêka kurd tê hîskirin de, bi dehezaran kes di girtîgehê de ne. Ji ber vê em nekêfxweş in. Em ê ji cihê mayî têkoşînê bidomînin. Ev têkoşîneke azadî û demokrasiyê ye. Û heta pêdivî pê hebe, em ê bidomînin." ‘LI CIHÊ KU ŞER LÊ HEBE KES NE AZAD E' Ata, ragihand ku hevaleke wê ya ciwan a di girtîgehê de di nivîseke xwe de nivîsandibû ku "Li ernîgariyeke ku şerê azadiyê lê heye, tu kes ne azad e" û wiha domand: "Îro min jî li eywanan dadgehê di şexsê hevala ciwan de got, tu kes ne azad e. Heta em azad bibin, bedêla wê çi dibe bila be em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber min bi dehan, min bi sedan hevalên xwe li girtîgehê hiştin xemgîn im. Hêvîdar im ku devlet bi qasî sûcên ku kes li hemberî hev dikin, ji bo sûcên ku di aleyha ewlehiya xwe de dike jî bi berprisiyarî tevbigere. Ev jî bi aştiyeke civakî pêkan e." Piştî axaftinê Ata û yên li gel wê ji ber girtîgehê çûn.