Reşikê kunciyan ji hemû derdan re dermane 2017-05-05 09:50:50 RIHA - Esnafê bi navê Omer Ozturk ku debara xwe bi firotina reşikê kunciyan dikar diyar kir ku ji bilî mirinê ji hemû derdan re dermane û wiha got: “Bi karanîna reşikê kunciyan belav dibe. Ji nexweşiyan re feydeyên wê gelekin.” Reşikê kunciyan ku ji ber mineral û vîtamîna têde ye feydeyê dide tendirûstiya mirovan û ji aliyê pisporan ve jî hatiye qebûlkirin, piştî bikaranîna hezar salan di rona me ya îro de jî hêjî tê bikaranîn. Esnafê bi navê Omer Ozturk (25), bi dezgaha li taxa Haşîmiye ya navçeya Eyyubiya Rihayê vekiriye bi firotina reşikê kunciyan debara xwe dike. Ozturk, diyar kir ku ev 7 sale li bajarên Tirkiyeyê digere rûnê reşikê kunciyan difiroşe û wiha got: “Beriya 4 heman jibo tevlî fuara herêmî ya li Rihayê bibin ji Manîsayê hatim. Piştî min eleqeya welatiyan ya ji bo bikaranîna reşikê kunciyan dît min biryar da ku ki bajar bimînim.” Ozturk ku li qada taxa Haşîmiyê bi dengek bilin feydeyên reşikê kunciyan dibêje bala hemû kesî dikişîne ser dezgahê. Ozturk, da zanîn rûnê reşikê kunciyan ji nexweşiyên dil, cigera reş, mîde û çerm re bifeyde ye û wiha got: “Ji bilî mirinê ji hemû derdan re dermane. Divê serê sibê kevçiyek bixin nava ava têhnşîr û vexwin. Bi taybet ji bo kesên nexweşiya şekir pê re hene bi feyde ye. Her wiha ji bo kesên ku êş û pirsgirêkên romatîzmayê dikişinin bi feyde ye, ger rûnê wê li cihê diêşe bixin dê ji êşê rizgar bibin. Kesên ku nexweşiya egzama û alerjiyên çerm bi wan re hene dikarin hem vexwin hem jî rûnê wê lê bixin. Ger tovê wê di tawayê de bihelînin û bi mast û hêngivê bixwin jig elek nexweşiyan re dermane.” ‘DIVÊ HILBERÎNA WÊ BI AWAYÊN XWEZAYÎ BÊ KIRIN’ Ozturk, derbarê feydeyên bikaranîna rûnê reşikê kunciyan, xwedî kîjan taybetmendiyane de agahî dan û wiha pêde çû: “Divê hilberîn di şertên xwezayî de bê kirin. Reşikê kunciyan li Nevşehîr, Manîsa û Pozanti di şertên xwezayî de çêdibin. Cihê me bi temamî sare. Li cihê me bi awayekî xwezayî tê dewisandin û rûnê wê tê derxistin. Ez bi pirsa kiryar dê çawa bikaribin bizanin ku tovê xwezayî ye re gelek caran rû bi rû dibim. Destpêkê divê hûn dîqat bikin ku gihayê reşikê kunciyan herêmî û ne hatibin qelandi be. Tovê reşikê kunciyan ê hatiye qelandin û şirîn na yê ne hatiye qeladin û tehl girînge. Divê dema we rûnê wê vexwar qirika we bişewite. Her wiha ger tovê wê mezin û reş bin bizanibin ku ne xwezayî ye. Tovê herêmî nîne. Bihayê reşikê kunciyan 20 yan jî 40 TL ye. Ev jî li gorî bihayê li piyasayê ne girane. Ji bo tendirûstiya welatiyan jî gelek bi feyde ye.” REŞIKÊ KUNCIYAN ÇIYE Û LI KU ÇÊDIBE? Reşikê kunciyan ku gulên wê rengê şînê vekiriye xwedî şêweyekî birêşiye. Xwedî bejnek 20 an 30 cm yê ye. Li hemû cihan şîn dibe û fêkiyên wê jî bi tovin. Tovê wê reş û hêkanîne. Gewdeya wê tîke, xwedî 8 pele û li ser pelên wê hêngiv heye. li Tirkiyeyê du şêweyên reşikê kunciyan ên girîng hene. Ev Çoreka Şam û Çoreka Kir in. Reşikê kunciyan, li hinek herêmên welatên Ewropaya Başûr, Hîndîstan û Afrîkayê çêdibin. Li Tirkiyeyê li gelek cihan tê dîtin.”