Xwekujê bombeyî gav bi gav HDP'î şopandine 2017-05-05 10:11:00 ENQERE - Flas Bellek a li ser endamê DAÎŞ'ê yê xwekujê bombeyî Yunus Durmaz hat dîtin piştî lêkolîna zanayan, li dosyaya doza komkujiya Enqereyê hat zedekirin. Hat hînbûn ku di belgeyên bellekê de hat dîtin ku DAÎŞ'iyan gav bi gav HDP'î şopandine. Di mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya KESK TMMOB û TBB'ê ya di 10'ê Cotmeha 2015’an de li GAR'a Enqere pêk hat endamên DAİŞ'ê êrîşa xwekuj pêk anîn û 101 qasidê aştiyê qetil kirin. Rûniştina doza Komkujiyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê 3 rojan berdewam kir. Flas Bellek a li ser endamê DAÎŞ'ê yê xwekujê bombeyî Yunus Durmaz ê li Dîlokê hat kuştin, hat dîtin piştî lêkolîna zanayan, li dosyaya doza komkujiya Enqereyê hat zedekirin. Hat hînbûn ku di belgeyên bellekê de hat dîtin ku DAÎŞ'iyan gav bi gav HDP'î şopandine. Di 19'ê Gulana 2016'an de di malekê de teqîn çêbûbû û di teqînê de berpirsê DAÎŞ'ê yê Tirkiyeyê Yunus Durmaz hatibû kuştin. D malekê de flas belek hatîbû dîtin û belge û ahahiyên girîng hatibû bi destxistin. Piştî lêkolîna zanyaran rapor hat amadekirin. Di raporê de agahiyên girîng hatin dayîn. DER BARÊ HDP'Ê DE AGAYINÊN FIREH KOM KIRINE Piştî lêkolîna pisporên TUBİTAK'ê, agahiyên ku DAÎŞ'ê HDP’î hatine şopandin hatin bidestxistin. Di flas bellekê de wêneyên 4 HDP’iyan heye û ew ji nêzîk ve tên şopandin. Disa navnîşanên 2 kahvexaneyên li Dîlokê hatine parvekirin. Tê dîtin ku ev der wekî hedef hatiye nişandan. Der barê HDP’iyan de gotinên “Karê partiyê yê orkestra dike. Agahiyan kom dike. Ew ji xebatên KCK'ê agahdar e û karê organize dike. Gelek caran diçe rojhilat û bi kadroyên çiyê re hevdîtin dike. Ji geşedanên li herêmê agahdar e. Di xebatên Kobanê de cihê xwe girtiye." Di bellekê de der bare teqemeniyê de jî agahî hatine parvekirin. Li ser çêkirina teqemeniyê agahî hatiye dayîn û kijan madeya kîmyewî dê çiqas bê bikar anîn hatiye vegotin. Dîsa li ser şeklê bandora teqemeniyan jî teqemenî hatine rêzkirin dabeşkirin. Dîsa der barê mayînên ku li Tirkiye bên bikar anîn û rêbazên wan jî agahî hatine parvekirin. DAÎŞ JI TIRKIYE DIXWAZE KU JAHRÊ TEV DERMANAN BIKE Û BIŞÎNE JI PYD'Ê RE Di flas beleka Yunus Durmaz ê bi kod navê Abdullatif Efe de nameya Savaş Yildiz ê ku YPG'ê ew wekî “Ajanê MİTê" bi nav kir Ebu Musab Turkî jî heye. DAİŞ’î ji rêxistinê der barê Tirkiye de 10 daxwazan dike. Dixwazin malbatan DAÎŞ’ê derbasî Tirkiyêyê bibin. Dixwazin kurdên di nava DAÎŞ'ê de karê îstîxbaratê bikin. Dixwazin kîmsayalan tev li îlacan bikin û li ser navê alîkariyê ji PYD'ê ya Sûriyeyê re bê şandin. Di ser belleka ku li ser Durmaz de hat dîtin de nameya bersûcê 10'ê Cotmehê Mehmedin Baraç a ji DAÎŞ'ê re nivîsandiye jî hat dîtin. Di nameya bersûc ê got "Ez Endamê Baskê Ciwanên AKP'ê yê Çewlikê me." bal dikişîne ser îxaneta endamekî DAÎŞ'ê. LÎSTEYA ÎNFAZÊ YA DAÎŞÊ Li gorî daneyên fermî yên Tirkiye DAÎŞ di nava bajarên Tirkiye de herî zêde li Rihayê dijîn. Di nanayeê de piştgiriya AKP'ê û OSO tê destgirtin. Di belgeyê de lîsteya kesên di nava OSO de bên înfazkirin. Di bellekê de navê 18 zaroken ku kod li wan hatiye kirin cih digire. Dîsa pereyê kîraya û ava wan têde cih digire. Di tabloya 18 kesan de tê gotin ku 120 û 690 dolar pere tê dayîn û bi giştî 7 hezar û 320 dolar pere tê dayîn. Di taboyê de pereyên dikkan, elektronikçî, terzî, klima û lêçûnên normal, 38 hezar û 91 dolar hat hesibandin. Ji bo kîmyasal nitratê jî 13 hezar û 500 dolar hat hesibandin. Selami Aslan - dihaber