Piştî tunebûna şîr niha dûpişk zarokên penaber tehdît dike 2017-05-05 10:43:08 REQQA - Operasyona QSD’ê ya Tabqa berdewam dike. Nêzî 100 hezar welatiyên ji DAİŞ'ê rizgar bûn, li herêma Eyn Îsa hatin bicihkirin. Ji ber ku alîkariya koçberan nayê kirin û deriyê sînor girtî ne, koçberan dixin nava zor û zahmetiyan. Heta niha 36 welatiyan ji ber toz û şertên xerab jiyana xwe ji dest dan. Bi hatiha hewaya germ vê carê dupîşk gefan li wan dixwin. Li herêmema Tebqa operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şerê dijwar berdewam dike. Li bajarê ku bi piraniya wî hat rizgarkirin welatî ji bajar tên rizgarkirin. Welatî sewqî herêmên ewle tên kirin ALÎKARÎ JI MÛSÛLÊ RE TÊ KIRIN, JI ROJAVA RE NAYÊ KIRIN Şervanên QSD'ê hewl didin ku welatiyan ji destê DAÎŞ'ê rizgar bikin û wan li herêmê ewle bi cih bikin. Pişti welatî li herêmên bi ewle tên bi cih kirin vê carê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Sivîlan a Reqqa bi wan eleqeder dibe. Saziyên Navnetweyî yên alîkariyê ku alîkariyê didin penaber û koçberên Musulê bi qasî alîkariyê didin Mûsûl û welatên din nadin penaberên li Rojava. Ji ber ku Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê deriyê xwe li Rojava girtiye welataiyên penaber ji hemû alîkariya jiyanî bê par tên hiştin. 100 HEZAR WELATÎ LI HERÊMÊN EWLE HATIN BI CIH KIRIN Piştî operasyona Tebqa hat destpêkrin heta niha nêzî 100 hezar welatiyên herêmê ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên bi ewle hatin bicih kirin. Nêzî 60 hezar welatiyên herêma Keramê, Cirniye û gundên derdorê li herema Eyn Îsa hatin bicihkirin. Nêzî 50 hezar welatî ji wan berê ji ber DAÎŞê reviya bûn û li Reqqa û Tebqa bi cih bûbûn. Tê gotin ku dixwazin dîsa vegerin bajarên xwe yên Minbic, Bab û Ezezê. Tê diyarkirin ku welatiyên herêmê bi derfetên xwe dibin alîkarê penaberan û hewl ddin pêdiviyên wan ên jiyanî bibersivinin. Li gelek herêman şervanên QSD'ê zexireyên xwe bi penaberan re parve dikin. Dîsa şert û mercên demsalê jî zorê li jiyana penaberan dike. ŞÎR TÊRA ZAROKAN NAKE Li herêmê tofan û bahozên tozê û dîsa tunebûna şîr zarokan dixe nava zor û zahmetiyan. Rayedarên herêmê diyar kirin ku li Bakurê Çemê Firatê heta niha 36 kes ji ber bahoza tozê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa li Tabqa li Başûrê Çemê Firatê gelek zarok ji ber tunebûna şîr jiyana xwe ji dest dane. Her çend hemû şîrê li Kobanê kirîn û dan zarokên herêmê ji tê diyar kirin ku şîr têra zarokan nake û zarok ji ber tunebûna şîr zahmetiyan dijîn. RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ ALÎKARÎ NADIN Rayedaran anîn ziman ku welatiyên herêmê ji bo bibin alîkar û pêdiviyên jiyanê temîn bikin bi şev û roj dixebitin lê ev tenê têr nake. Rayedaran anîn ziman ku rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî alîkariyek pir bi sînor dikin û alîkariya tê kirin tenê formalîte ye. Rayedaran anîn ziman ku Rêxistinên Alîkariya Mirovahiyê yên Navneteweyî bi zanebûn alîkariyê nadin û dixwazin bertekên li dijî QSD û Meclisa Sûriyeya Demokratîk zêde bikin. DÛPIŞK GEFAN DIXWIN Rayedaran anîn ziman ku piştî hewa germ bû dûpişk zêde dibin û welatiyên penaber ku li herêmê bi cih bûne di bin gefa dûpişkan de dijîn. Rayedaran anîn ziman ku bi taybetî li herêma Keramê dûpişk zêde ne û ger tedbîr neyên stendin dûpişk ji bo jiyana welatiyan gefa herî mezin e. Rayedaran anîn ziman ku ew dixwazin penaberan li gundên hatine rizgarkirin ên dûrî şer bi cih bikin, lê ji ber ku li wan gundan mayin hatine çandin herêm talûkey e. Rayedaran bilêv kir ku ji ber şervanên QSD'ê di nava şerekî dijwar dene nikarin herêmê ji mayînan paqiji bikin û divê hêzên navneteweyî bên herêmê ji mayînan paqij bikin. Rayedaran herî dawî destnişan kirin ku hin welatiyên xwestin vegerin gundê xwe ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dan û ewlehiya welatiyan tune ku vegerin gundên xwe.Rayedaran anîn ziman ku li gundê Galta welatiyekî, li gundê Xinêz 2, li gundê Zir 2 zarokan ji ber mayînên DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran herî dawî anîn ziman ku herî zêde pêdivî ji av, xwarin, amûrê paqijiyê û mazotê heye.