Kalin, Fîdan û Akar çûn DYE’yê 2017-05-05 11:35:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Beriya hevdîtina Serokomar Tayîp Erdogan û Serokê DYE’yê Donald Trump, Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar çûn Washîngtonê. Beriya ziyareta Serokmarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ê ji AK Partiyê ye ya 15-16’ê Gulanê ya DYE’yê Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar çûn DYE’yê. Hat diyarkirin ku di hevdîtinan de dê mijara Sûriye, Iraq û radestkirina Fetullah Gulen bê nîqaşkirin. JI ZIYARETA DYE’YÊ SERNAVÊN ROJEVÊ Yek ji navnîşanên herî girîng ên Serokomar Erdon ên vê mehê Washington e. Li gorî agahiyên Çîmen Çetîn a Haberturk TV bi dest xistine, 3 nav beriya ziyareta Erdogan a DYE’yê dê xebatan bidin meşandin. Serokê DYE’yê Donald Trump piştî encamên referandumê yek ji serokên ku li Erdogan geriya bû. Piştî ew pîroz kir biryara vê ziyarete girtibû. Hat diyarkirin ku dê mijarên Sûriye, Iraq û radestkirina Fetullah Gulen di hevdîtinan de bên nîqaşkirin.