Li xebatkarên Radyo Dunya doz hat vekirin 2017-05-05 11:52:08 EDENE - Der barê xebatkarên Radyo Dunya ya bi KHK'ê hat girtin de li ser îxbarê doz hat vekirin. Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê 6 xebatkarên Radyo Dunya de li ser ixbarên bi telefonê bi îdîaya "Propaganda kirine" doz vekir. Îdîanameya ku dozger amade kir ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ve hat qebûlkirin. Dozger der barê şirîkê Şîrketa Radyo Dunya û Gerînendeya Giştî ya Weşana Radyo Dunya Medine Gumuş jî di navde li 6 kesan doz vekir. Dozger îdîa kir ku bi riya weşanê propaganda kirine. Dozger, îdîa kir ku li RTUK, xeta 155'an û Navenda Ragihandina Serokatiyê (BİMER) îxbar hatiye kirin doz vekir. Piştî ku RTUK'ê gilî kir dozger jî doz vekir. Dozger îdîa kir ku bi weşanên kurdî propaganda rêxistinê kiriye û dewlet biçûk xistiye. Yekemîn rûniştina dozê dê di 3'ê Tîrmehê de li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin.