Berîtan Canozer ji doza 'Bi heyecan e' beraat kir 2017-05-05 12:38:28 AMED - Rojnameger Berîtan Canozer a bi hinceta "Bi heyecan e" li Sûrê hat girtin û 123 rojan girtî ma, ji doza dihat darizandin beraet kir. Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Beritan Canozer, ji doza ku bi hinceta "Bi kelecan e" hat girtin û 123 rojan girtî ma beraet kir. Berîtan Canozer, dema di qedexe û dorpêça Sûrê de li Oisa Yenîşehîr a Amedê nûçe dişopand, di 16'ê Kanûna 2015'an de hat binçavkirin û hat girtin. Berîtan Canozer bi hinceta "Bi kelecan e" hat binçavkirin û girtin û piştî 123 rojan girtî ma, serbest hat berdan. Berîtan Canozer ku li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat darizandin, bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" rastî 1 sal û 3 meh cezayê girîgehê hatibû û cezayê wê taloq kiribû. Parêzerên Canozer di 10'ê Gulana 2016’an de biryara dadgehê îtîraz kiribûn û serî li Dadgeha Îdarî ya Dîlokê dabûn. Dadgeha Dîlokê jî doz xerakiribû û dîsa li dadgeha herêmî vegerandibû. 4’emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê der barê Berîtan Canozer de vê carê biryara beraetê dan.