Li Muglayê 3 xwendekar hatin binçavkirin 2017-05-05 12:43:40 MUGLA - Di serdegirtina malan a beriya 2 rojan de 3 xwendekarên Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê hatin binçavkirin û hat zanîn ku hêjî destûr nayê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Li navçeya Akyaka Muglayê di 3’yê Gulanê de komên TEM’ê bi ser malan de girtin û xwendekarên bi navê Yakub Barlik, Burhan Çîftçî û Mehmet Suleyman Uçaksu yên Zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê hatin binçavkirin. Hinceta xwendekarên ku li Midîryeta Polîsan a Muglayê tên ragirtin ne hat zanîn û hat diyarkirin ku destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ragirtina xwendekaran a li Midûryeta Polîsan a Muglayê didome.