HDK: Em dê têkoşîna Denizan bidomînin 2017-05-05 12:57:31 STENBOL - HDK'ê daxuyanî da û diyar kir ku dê li doz û têkoşîna Denîz Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ê 45 sal berê hatin darvekirin xwedî derkevin û doza wan bilind bikin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi minasebeta salvegera darvekirina Denîz Gezmiş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan ên 45 sal berê hatin darvekirin daxuyanî da. HDK'ê diyar kir ku 3 şitilên têkoşina şoreşê didan darvekirin û wiha got: "Di ser darvekirina 3 şitlan re 45 sal derbas bû û têkoşîna wan didome. HDK'ê anî ziman ku ew dê li doz û têkoşîna wan xwedî derkevin û têkoşîna wan bilindtir bikin. Yên ku ji bo darvekirina 3 şitlan destê xwe rakirin îro ji bo gelê kurd jî xwedî heman helwest in. Dixwazin di serî de gelê kurd û têkoşîna hemû gelên bindest belav bikin û gelên bindest bêtir bieciqînin." HDK'ê da zanîn ku dê li doza wan xwedî derkevin û doza wan bilind bikin.