Malbatên çûn serdana zarokê xwe rastî ‘lêgerîna zirav’ hatin 2017-05-05 13:05:22 WAN - Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun diyar kir ku binpêkirinên mafan ên şli girtîgehêw her ku diçin zêde dibin û wiha got: “Malbatên ku diçi hevdîtina zarokên xwe di bin navê ‘lêgerîna zirav’ de rastî îşkenceyê tên.” Rêxistina DBP’ê ya Wanê derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun, Hevserokê HDP’ê yê Wanê Yakup Ataş, Hevşaredara Artemêtê ya ku qeyûm hatiye tayînkirin Rojbîn Sevîl Çetîn, xizmên windayan, Dayîkên Aştiyê û nûnerê TUYAD-DER’Ê Çetîn Uyar tevlî civînê bûn. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun kesên di qetlîama Dersimê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û diyar kir ku zîhniyeta ku dîroka wê tejî qetlîam û qirkirinin îro jî li şûna bi dîroka xwe re rû bi rû bibe heman polîtîkayan pêk tîne. ‘MALBAT BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’ Aygun, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtÎgehan her ku diçin zêdetir dibin û wiha got: “Pirtûkan nadin girtiyên siyasî yên li girtîgehê dimînin, hevdîtinên mehê carekê kirine dumeh carekê. Hevdîtinên bi riya telefonê ya heftê carekê kirine 15 rojan carekê. malbatên ku ji bo hevdîtinê diçin, wan dizin rêza leşkeri û di bin navê ‘lêgerîna zirav’ de bi îşkenceyên cur be cur re rû bi rû dimînin. Girtiyên ku cezayê wan ji salekê kêm tir mabe bi hiqûqî divê sewqî girtîgehên navçeyan bên kirin, lê girtî li şûna vê pêkanîna ‘ger hûn ji qanûna poşmanbûnê fêde bigirin em ê we bişînin girtîgehên vekirî û yên navçeyan’ li ser girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên van ferzkirinan qebûl nakin ligel ku mafê wan ên qanûnî jî heye sewqî girtîgehên navçeyê nayên kirin. Dermankirina bi kelepçe û zextên derûnî zêde bûne. Girtiyên siyasî yên ku mafên xwe yên demokratîk tînin ziman di bin navê ‘sewqê’ de tên sirgûnkirin. Bi taybet girtiyên ketibûn greva birçîbûnê derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin û ceza ji wan re hatine birîn. Her wiha girtiyên ketibûn grevê sirgûnî girtîgehên din tên kirin.” Aygun, di dawiya axaftina xwe de hikûmeta AK Partiyê hişyar kir û wiha axivî: “Em bang li hemû gel dikin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û hemû girtîgehên din bi hestiyarî tevbigerin.”