Xwendekarê perwerdehiya kurdî xwest tazmînat qezenç kir 2017-05-05 13:38:07 STENBOL - Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ozcan Ozsoy, ji ber daxwaznameya "Bila dersa kurdî bibe bijarte" ji zanîngehê hat dûrxistin. Piştî Ozcan hat dûrxistin doz vekir. Dadgeha Qanûna bingehîn jî Ozsoy mafdar dît û biryar da ku Rêveberiya Zanîngehê 30 hezar TL tazmîmatê bide Ozsoy. Xwendekarê Zanîgeha Stenbolê ji bo dersa kurdî bibe bijarta û perwerdehiya kurdî bibe bijarte" daxwazname dabû zanîngehê. Zanîngeha Stenbolê jî ji ber vê daxwazê xwendekar ji zaningehê dûr xistibû. Dadgeha Qanuna Bingehîn jî piştî giliyê xwendekar biryar da ku rêvebera Zanîngeha Stenbolê tazmînatê bide xwendekar Ozcan Ozsoy. Dadgeha Qanûna bingehîn biryar daku Rêveberiya zaningehê 30 hezar TL tazmîmatê bide Ozsoy.