Ji bo dermanan çû dermanfiroş, doz lê hat vekirin 2017-05-05 14:42:24 MÊRDÎN - Li navçeya Midyadê rûniştina doza ji ber ku wextê çûbû dermanfiroşekê di destê wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hebû derbarê mamosteyê malnişîn Bedrettin Şen de hatibû vekirin taloq bû. Li navçeya Midyada Mêrdînê di 11’ê Çileyê de mamosteyê malnişîn Bedrettin Şen (70) wextê ji bo dermanan bikire çû dermanfiroşekê ji ber ku di destê wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hebû xebatkarek lê gilîdar bû. Ji ber giliyê derbarê Şen de ji ber hinceta “Endamê rêxistinê ye” doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina doza Şen îro di 3’emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê de hat dîtin. Serî de tespîta nasnameyê hat kirin û piştre jî dîmenên ku qaşo gotinên “Bijî Kurdistan, Bijî PKK” yên Şen tê de pêşkêşî mihkemeyê hat kirin. Ji ber ku dîmenên qemereyê ya ji aliyê gilîdar E.C. hatibû pêşkêşkirin bêdeng bû tu delîl nehatin dîtin. Di rûniştinê de mihkemeyê pirsa “Tu endamê rêxistinekî yî an na?” li Şen hat kirin. Şen jî bersiva “Na” da mihkemeyê û ji ber ku parêzerê wî ne amade bû xwest rûniştin bê taloqkirin. Mihkemeyê daxwaz qebûl kir û rûniştinê taloqî 12’ê Tîrmehê kir. ‘JI BO DERMANAN ÇÛN DOZ LI MIN VEKIRIN’ Şen piştî rûniştinê axivî û derbarê serpêhatiya dozê de ev tişt gotin: “Dema ez li dermanfiroşê bûm jineke xebatkar rojnameya di destê min de pirs kir û li ser vê min jî got 'Ozgurlukçu Demokrasî'. Li ser vê heqeret l imin kir. Ez ji bo derman bikirim çûm lê doz l imin hat vekirin. Derbarê min de gilîdar bûye.” Şen destnîşan kir ku ew mafên demokratîk ên kurdan diparêze û wiha axivî: “Lê birdoziya fermî ya dewletê hatiye wê astê ku her tiştî bi PKK û kurdan re girê dide.”