ÎHD: Di 3 mehan de 7 hezar û 907 îhlal pêk hatin 2017-05-05 15:19:44 AMED - ÎHD'ê îhlala mafên mirovan a 3 mehan ku li bajarên kurdan pêk hatiye aşkere kir. Li gorî rapora ÎHD'ê di 3 mehên ewil ên 2017'an de 7 hezar û 907 maf hatin binpêkirin. Di şerê li herêmê de 87 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora mafên mirovan a 3 mehên 2017'an a herêmê li avahiya xwe bi raya giştî re parvekir. Parêzvanên mafên mirovan beşdari daxuyaniyê bûn. Li ser navê komeleyê Serokê Şaxa ÎHD'ê Yê Amedê Racî Bîlîcî rapor aşkere kir. Bilicî îlana OHAL'ê rexne kir û anî ziman ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan qat bi qat zêdetir bûne. Bilici, destnîşan kir ku di serî de YSK’ê mafê hilbijaran ê dengan îhlal kiriye û dengên "Bê muhr" qebûl kiriye. Bîlîcî, anî ziman ku piştî pêvajoya pevçûnê dest pê kir îhlal jî zêde bûn û wiha got: "Tirkiye 9 mehin di nava şert û mercên OHAL'ê de tê birêvebirin. Di pêvajoya OHAL'e de KHK hatin derxistin. Ji ber KHK'yan azadiya îfadeyê û azadiya ramanê nemaye. Dîsa azadiya çapemeniyê, azadiya civakî û aborî tev hatiye binpêkirin. 905 GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ QEDERÊ HATIN KIRIN Bîlîcî, da zanîn ku di 3 mehên 2017'an de zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û înfazê bê daraz, îşkence, muameleya xerab, mafên pêşandan û çalakiyan hemû hatin qedexekirin. Azadiya ramanê û îfadeyê ji dest hatin girtin. Azadiya çapemeniyê, tundiya li ser jin û zarokan hat zêdekirin. Ne tenê li derve li girtîgehan jî binpêkrina mafan zêde bûye. Di serdema OHAL'ê de sirgun zêde bûne. Girtî rastî îşkence, muameleyên nebaş tên. Hemû mafên wan ji destê wan tên girtin. Name nadin wan, mafê ragihandinê ji destê wan digirin. Rastî lêgerîna tazî tên û rastî îşkenceya fîzîkî ten. Li gorî tezbîtên me 323 girtî jê giran herî kêm 905 girtiyên nexweş hene û nayên berdan. DI HER QADÊ DE ÎHLAL HEYE Bîlicî, destnîşan kir ku di 3 mehên 2017'an Hevserokê Giştî yên HDP'ê jî hene 11 parlamenterên HDP'ê girtî ne. Zextên li siyasetê hêj berdewam dikin. Îro 158 rojnameger û xebatkarên medya girtî ne. Zêdeyî 200 rojnameger tên darizandin. Bi hezaran rojnameger betal in. Bîlicî, binpêkirinên di 3 mehan de wiha rêz kir: * 2 kes ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. * Kesek li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. * Di êrîşên "Kujer nediyar" de 2 kes hatin kuştin. * Di îhlalên fermî de 118 kes birîndar bûn. * Di şerê çekdarî de 13 personelên ewlehiyê hatin kuştin. 16 kes birîndar bûn. 73 mîlîtanên çekdarî û sivîlek hat kuştin. * Di teqîna mayinan de 3 zarok mirin. 5 jê zarok 10 kes birîndar bûn. * 13 herêm 18 caran hatin qedexekirin. *5 jin ji ber tundiyê dawî li jiyana xwe anîn. 13 jin rastî tundiya malbatê hatin û hatin kuştin. 8 jin birindar bûn. 3 jinên rastî tundiya civakî hatin jiyana xwe ji dest dan. 2 jin birîndar bûn. 4 jin rastî îstîsmara zayendî hatin. * 4 zarokan dawî li jiyana xwe anîn. 57 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. * 18 kes di bin çavan re dastî mudaxaleya xerab û îşkenceyê hatin. 33 kes li dervê binçavan rastî îşkence û mualeleya xerab hatin. *182 kes li girtîgehê rastî mualeya xerab û îşkenceyê hatin. Rastî gefên sîxuriyê hatin. 2 kes rastî gefan hatin. Di çalakî û xwepêşandanan de 30 kes birîndar bûn. 2 kes li dibistanê rastî tundiyê hatin. * Hezar û 616 kesên mezin hatin binçavkirin. 13 zarok. Bi giştî hezar û 629 kes hatin girtin. * 2 çalakî hatin qedexekirin. 5 weşan hatin qedexekirin. 1 weşanek rastî êrîşê hat. 2 malperên înternetê hatin astengkirin. 1 mafê ziman hat îhlalkirin. * Li 4 resan 2 lepirsîn hatin vikerin. * li 136 kesan 31 doz hat vekirin * 4 partî û komele rastî serdegirtinê hatin. 11 şaredarî rastî serdegirtinê hatin. 33 komele, rêwxistin û sazî hatin girtin. 4 saziyên çand û perwerdehiye hatin girtin. 11 çalakî rastî êrişê hatin. 407 girtî hatin sewqkirin. 15 girti rastî binpêkirina mafê tenduristiyê hatin. 10 malbat rasti astengiya hevdîtinê hatin. 19 girtî rastî tecrîd û îsolasyonê hatin. 2 girtî rastî cezayê dîsîplîne hatin. 2 girtî rastî mafê ragihadinê hatin. 33 girtîji mafê civakî bêpar hatin hiştin. 21 mafên cuda yên din dîsa hatin îhlalkirin. 8,karker di qezayên kar de mirin. 6 kes di qezayên kar de birîndar bûn. 848 ji kar hatin dûrxistin. 201 kes hatin dûrxistin. Hezar û 698 kes hatin îxrackirin. 83 kes rastî lêpirsînê hatin.