Li Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin 2017-05-05 19:14:11 SÊRT - Di serdegirtina malên li gundên girêdayî navçeya Dihê de, 10 kes hatin binçavkirin. Li gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê, bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de bi hinceta "Endamên komîyona gund in" 10 kes hatin binçavkirin.