Rojnameger Kaplanoglu hat girtin 2017-05-05 19:42:35 BÛRSA - Edîtorê malpera Bursa Muhalif'ê Ozan Kaplanoglu yê ku duh di serdegirtina malê de hat binçavkirin, hat girtin. Li Bûrsayê, duh bi hinceta parvekirinên civaka medyayî edîtorê malpera Bursa Muhalif'ê Ozan Kaplanoglu, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li muduriyeta polîsan, Kaplanoglu sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Kaplanoglu bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina Kaplanoglu da.