Nûçegîhana ETHA'yê Gayip hat berdan 2017-05-05 19:49:47 RIHA- Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip a ku di dema şopandina doza Komkujiya Pirsûsê de hatibû binçavkirin, hat berdan. Nûçegîhana ETHA'yê Pinar Gayip, duh di dema şopandina doza Komkujiya Pirsûsê de li Rihayê hatibû binçavkirin. Gayip a ku ew birin Curnê Reş û piştî îfadeya li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê hat berdan.