Malbatên komkujiya Pirsûsê: Ne 21 meh, 21 sal jî derbas bibin em ê li vir bin 2017-05-06 09:17:50 RIHA - Malbatên mexdûr û şahidên ku danişîna yekemîn a komkujiya Pirsûsê wek "fiyasko" pênase kirin, îşaret pê kirin ku tevdîrên ewlehiyê yên ji bo danişînê hatin girtin, li Pirsûsê nehatine girtin û wiha gotin: "Ne 21 meh, 21 sal jî be doz li kuderê welat dibe bila be em ê li wir bin." Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûsa Rihayê, di êrîşa bombeya zindî ya Abdurahman Alagozê DAIŞ'î de, 33 ciwanên bi pêşengiya SGDF'ê hatibûn Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û şahidên komkujiyê, danişîna yekemîn a ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin nirxandin. Malbatên mexdûr û şahidan, dadgehê wek "fiyasko" pênase kirin û gotin ku, li gel hemû astengiyan jî ew ê di her danişînê de li vir bin. 'LI DADGEHÊ BERSÛC TUNE YE' Keça Îsmet Şeker ê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Dilek Şeker anî ziman ku, dadgeh dereng dest pê kiriye û got ku, bi saetan malbat di bin tavê de hatine hiştin. Şeker a ku got "Divê vê zanibin, heke 26 saetan jî me di bin wê tavê de bihêlin, em ê wê dadgehê bişopînin" wiha axivî: "Ez sekn û biryara dadgehê şermezar dikim. Diviya Qeymeqamê navçeyê û Waliyê Rihayê jî li dadgehê bûnan. Li dadgehê bersûc tune bûn. Em bi maseyên vala re axivîn. Lê belê, dozger jî dizane sûcdar pir in. Dozger daxwaza kesên ku xwestin mudaxilî dozê bibin red kir. Lê a rast em wî red dikin. Li vir, banga min ji bo we hemûyan e, piştevaniya me bikin. Dîsa li cem me bin, bibin destek." Şeker, anî ziman ku bi zanebûnî dadgehê bi derengî xistine û got ku, lê belê dê ev tişt bi tu awayî ji bo wan nebe cihê peskirinê. Şeker wiha got: "Li bin wê darê 3 saetan bavê min dan sekinandin, şewitandin, ambulans asteng kirin. Gelê Pirsûsê bavên me bi qamyonan birin nexweşxaneyan. Lê belê, bila baş zanibin em di bin vê tavê de bişewitin jî dîsa jî em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin." 'FIYASKO BÛ' Mustafa Çakir ê ku di teqînê de birîndar bû jî, danişîna ewil wek "fiyasko" pênase kir. Çakir, li hemberî xwestina lêpirsînê ya dozger a ku li ser îfadeya Hevseroka SGDF'ê Ceren Çobanê xwest bertek nîşan da û wiha got: "Wek yek ji birîndaran, em ê malbatan bi tenê nehêlin. Ji bo edaletê em ê di dadgeha din de jî li vir bin." 'HEMAN TEVDÎR LI PIRSÛSÊ NEHAT GIRTIN' Yasemin Boyraz a ku di komkujiyê de dayika wê Nazegul Boyraz jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku tevdîrên ewlehiyê yên ku bi awayekî zêde li dor kampusa girtîgehê hatine girtin, ji bo heyeta dadgehê hatiye girtin û got ku, lê belê heman tevdîr di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê nehatine girtin. Boyraz wiha domand: "Doz li hundurê girtîgehê hat dîtin. Em bi vê pir êşiyan. Em rastî gelek lêgerînan hatin. Di bin siya TOMA, Dûpişk û ewlekaran de em hatin rawestandin. tevdîrên ewlehiyê yên di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê nehatin girtin, ji bo heyeta dadgehê hatin girtin. Ji bo em têkevin eywanan dadgehê 6 saetan em dan sekinandin. Lê belê, me dikaribû 24 saetan jî bisekine. Çimkî tenê daxwaza me ev dadgeh û bicihanîna edaletê bû. Daxwazên partiyên siyasî, saziyên cemaweriyê yên xwestin mudaxil bibin hatin redkirin. Xwestin vê dozê di demeke kurt de biqedînin. Lê belê bi serdeçûyîna partiyên siyasî, parêzer û malbatan dadgeh hat çêkirin. Em bang li her kesî dikin ku, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û li gel me bin." 'BEHEMA FERASETA KU HOGIR NAS NEKIR' Suleyman Ozkan, kekê Ugur Ozkan ê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, da zanîn ku navê birayê wî yê rastîn Hogir e û got ku, lê belê ji ber netehamuliya dewletê ya ji bo kurdî, ev nav li nasnameya birayê wî nehatiye nivîsandin. Ozkan, anî ziman ku heman feraset ev welat xistiye vê rewşê û got ku, ew ê dev ji edaletê û bestika berpirsiyaran bernedin. Ozkan wiha domand: "Tiştên li Kurdistanê tînin serê gel, me careke dinê li vir dît. Mafê jiyanê nadin gelê Kurdistanê. Ne huqûq ne jî edalet heye. Lê belê, li gel vê jî em ê tim bitêkoşin. Alaya ku wan canên ciwan ji me re hiştiye heye. Ew alaya azadî, edalet û biratiya gelan e. Em ê dewr bigirin û bidomînin." 'DÊ PÊLÎSTOK BIÇIN' Yek ji şahidên komkujiyê Sinem Kiliç jî, anî ziman ku wê li Pirsûsê hem dayika xwe Ferdane Kiliç û hem jî xwişka xwe Nartane Kiliç winda kiriye. Kiliç, da zanîn ku îro rojbûna dayika wê Ferdane Kiliçê ye û wiha axivî: "Em çerkez in. Lê belê ji nasnameya xwe ya çerkeziyê wirdetir em mirov in. Ji xwe ji ber vê em hatibûn vê xakê. Di alîkariyê de tu girîngiya nasnameya etnîkî tune ye. Tişta me ji îdianameyê fêm kir ew e ku em di pêvajoyeke darizandina bialî de ne. Me xwest em eşyayan wergirin. Lê vê daxwaza me taloqî danişîna din kirin. Daxwaza kesên xwestin mudaxil bibin hat redkirin û doz hat taloqkirin. Duh dayikên me jî behs kirin. Ne 21 meh, 21 sal jî be doz li kuderê welat dibe bila be em ê li wir bin." Kiliç, anî ziman ku 21 meh berê di bêrîka wê de pêlîstok hebûn û ew hatiye Pirsûsê û wiha got: "Dîsa ez bi pêlîstokên xwe hatim vir. Heta danişîneke din ewlehiya me ya jiyanî tune ye. Em nizanin dê sibê çi bê serê me. Lê belê, dê ew pêlîstok bi awayekî biçin wê xakê an jî devereke din a cîhanê."