6 meh cezayê ragihandinê li girtiya ku ket greva birçîbûnê hat birîn 2017-05-06 09:18:36 ENQERE - Li girtiya bi navê Rozerîn Îldan a ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin, bi hinceta tevlî greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger bûye, 6 meh cezayê ragihana bi telefonê û beşdarbûna xebatên civakî hat birîn. Li Rozerîn İldan a ku li Gîrtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, di koma duyemîn a greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger de 35 rojan di grevê de ma, 6 meh cezayê ragihana bi telefonê û beşdarbûyîna fealiyetên civakî hat birîn. Bav Nihat İldan, diyar kir ku wî di 24'ê Nîsanê de bi keça xwe re hevdîtin çêkiriye û hîn bûye ku ev ceza li keça wî hatiye birîn. Bav İldan, da zanîn ku keça wî Rozerîn nêzî salek berê hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Agiriyê û ji wir jî birine 2 cihên cuda. Nihat İldan, anî ziman ku îdareya girtîgehê hewl daye ku li cihekî ku hundurê qawîşên jinan jê tê xuyakirin kamerayan bi cih bikin, lê belê girtî li dijî vê derketine û got ku, dibe ku di demeke nêz de ji ber vê jî ceza li girtiyan bê birîn. GEFAN LI MALBATAN DIXWIN Bav İldan, anî ziman ku çend roj berê li Enqereyê hatiye binçavkirin û got ku, ew koma ku ew binçavkiriye derpêşkirine ku ew li ser navê dewlet hatine û bi keça wî gef lê xwarine. İldan, da zanîn ku di ser zarokên wan re gefan li malbatan dixwin û wiha axivî: "Min ji kesên ku gotin em li ser navê dewletê hatine re got 'Rozerîn baş dizane ku ew çi dike.' Hem li hundur, hem jî li derve li dijî kurdan bi awayekî topyekûn şer hatiye destpêkirin. Dixwazin yên li hundur rehîn bigirin, teslîm bigirin." İldan wiha domand: "25 sal in ku birayê min Ferda İldan di girtîgehê de ye. Di 22'yê Gulanê danişîna hevjîna min Yasemin İldan, di 24'ê Gulanê de ya keça min Rozerîn û di 25'ê Gulanê de jî ya min heye. Heke em ne serbilind bin û xwedî li zarokên xwe dernekevin, dê her tiştî bi wan bikin. Bedêl çi dibe bila bibe bi berxwedanê em ê êrîşan li valahiyê derxînin."