Dayika Muhammed û Furkan: Belayên Xwedê xweş in, lê ne yên zaliman 2017-05-06 09:22:36 ŞIRNEX - Dayika Muhammed û Furkan Yildirim, Nesime Yildirim a ku ev 3 roj in ji çavên wê rondi kêm nabin, bertek nişanî polîs û rayedarên dewletê dan û wiha axivî: "Belayên Xwedê xweş in, lê ne belayên zaliman. Zarokên min kuştin û gotin netirse tiştek tune ye. Çawa tiştek tune ye, we kezeba min şewitand." Nesime Yildirim, dayika Muhammed (7) Furkan (6), Şînda (4) Dîlda (4) û Akin Ali Yildirim yê 4 mehî, yek ji wan dayikên ku zarokên wan ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan hatine qetilkirin. Piştî Muhammed û Furkan yên ku dema polîs bi wesayîta zirxî ketin mala wan û di bin dîwarê malê de man û jiyana xwe ji dest dan, bi rondikan şîna zarokên xwe digire. Weke her dayika ku zarokên wê hatine qetilkirin, Nesime Yildirim jî dizane kuştina zarokên wê ne qeder e û wiha bertek nîşan da: "Belayên Xwedê xweş in, lê ne belayên zaliman." Her ku dayika Nesime hewl dide çend gotinan li ser mirina zarokên xwe vebêje, qêrînên jinên li derdora wê kom bûne zêdetir dibin. Dema ku wesayîta polîsan bi ser malê de tê dayika Nesime li odeyek din bi zarokê xwe yê 4 mehî Akin Ali ve mıjûl dibe û wiha behsa wê kêliyê kir: "Zarokên min Şînda, Dîlda û Akin Ali li cem min bûn. Ew li odeya dîwarê wê hilweşiyayê razayî bûn. Apê wan çû lihêf avêt ser wan û pişt re em li odeya din rûniştin. Min dergûşa kurê xwe dihejand. Dengê gurmîniyekî hat min û ez ji nişka ve derketim. Dema ez çûm odeya din min dît dîwarê salona me hatiye xwarê. Zarokên min yên din hemû dîn bûn. Qîreqîra wan bilind dibû." 'ZAROKÊN MIN KUŞTIN Û GOTIN TIŞTEK TUNE YE' Dayika Nesime wiha qala rakirina bedena kurê xwe ya ji nav molozên dîwarê hilweşiyayî kir: "Min pirsî tu kes ji we zarokên min rakirine yan na. Yên derdorê tiştek negotin. Min beton rakirin bedena Muhammed li erdê bû. Dema min rakir di destê min de mejiyê serê wî dirija. Heya min li derdora xwe nêrî cîranan Furkan rakiri bûn." Polîsên ku bûn sedema mirina her du birayan beriya ku ji cihê bûyerê birevin çend gotin ji dayika Nesime re gotine. Dayika Nesime axaftina di navbera wê û polîsan de jî wiha vegot: "Polîs hemû li ser serê min bûn. Alîkarî nedan min ku em betonê rakirin. Hema digotin, 'tiştek tune ye, netirse' çawa tiştek tune ye. Kezeba min şewitandin. Xweziya mala min xerab kiriban, lê kezeba min neşewitandibana." 'POLÎSAN BERÊ ÇEKÊ DA ME' Her wiha dayika Nesime wan kêliyên li nexweşxaneyê jî vegotin û wiha domand: "Ez çûm nexweşxaneyê min got zarokên min nîşanî min bidin. Berê çekê dan min û gotin, 'hûn tiştekî bikin em ê çekê berdin we.' Qey wisa ye. Him zarokên me dikujin him berê çekê didin me? Walî jî hatibû digot qeder e. Rast e qeder e, lê ne qedera wisa." 'HEYA EZ SAXBIM EZ Ê ŞOPDARÊ VÊ DOZÊ BIM' Dayika Nesime herî dawî bertek nîşanî polîs û dewletê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi heqê dewletê hebû wiha li me bike? Çi karê wê wesayîta zirxî di vê kolana teng de hebû? Ew tifalên razayî werê da ser. 5-6 polîs di wesayîtê de bûn, niha dibêjin yek e. Heya ez saxbim ez ê şopdarê vê dozê bim, Xwedê kezeba wan jî bişewitîne jî." 'ÇI HEQÊ DEWLETÊ LI DAYIKÊN KURDAN HEYE' Xaltîka Muhammed û Furkan, Meryem Yildirim jî bertek nîşanî kuştina her du zarokan da û ev tişt gotin: "Zarokên me dikujin, malên me, gundên me dişewitînin. Çima wiha li dayîkan kurdan dikin. Qey zarokên me çûbûn şer, çûbûn serê çiyan, çûbûn çalakiyan. Her du jî di nav cihê xwe de razabûn. Di van kolanan de bi lez diçin. Zarok be, mêr be, jin be didin ser. Ev çi heq û hiqûq e?" Dapîra Muhammed û Furkan Yildirim, Ayşe Yildirim jî got ku, Xwedê heqê wan ji kesên bûne sedem re nehêle û wiha axivî: "Me cenazeyên zarokên xwe radikirin polîs li nêzî malê çay û qehwe vedixwarin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle."