Sancar: Ji bo me tifaq di nava gel de dibe 2017-05-06 09:25:11 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar têkîldarî daxuyaniyên Selahattîn Demîrtaş en ji bo tifaqan a "perperspektîfa ku hemû civakê hembêz bike" nirxandina "divê bernameya vê bê amadekirin" kir û têkîldarî daxuyaniyên Baykal jî got ku xizmetî kê û çi dike nediyar e. Li ser nîqaşên piştî encama referandumê derketin eniyên AK Partî û MHP ji bo encam zu bi dawî bibin hewl dan û aliyên muxalîf jî di aliyê encam bi qisûrin de bi israrin. Di rojeva mûxalefetê de du mijarên wekî “Derxistina qisûran û daxwaza demokratîkbûyînê ya gel danî holê di qada siyasî de zindî girtin” heye. DAXUYANIYA HEVGIRTINÊ Ji ber vê yekê di rojên dawî de derbarê “hevgirtinên demokratîk” de daxuyanî û nîqaşên girîng tên kirin. Piştî daxuyaniyên Denîz Baykal ên ku hinek aliyan girîng dîtin ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxuyaniya “Aliyên ku gotin ‘Erê’ ya ‘Na’ bêyî bên cudakirin û din ava hevgirtinek vekirî de ne”hat. Demîrtaş da zanîn ku di demên pêş de dibe tifaqên nû pêk bên. HDP dê di civîna Lijneya Rêveberiya Giştî (MYK) û Koma Meclîsa ya du rojan de dê van mijaran nîqaş bike. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar nîqaşên demên dawî tên kirin û daxuyaniyên Demîrtaş nirxandin û diyar kir ku bi taybet di îndeksa hilbijartinê de ‘lêgerînên îtifakê’ hêjî zuye. Sancar, da zanîn ku li ser encamên hilbijartinê nîqaşên rewabûnê tên kirin û hêjî pêvajoya hiqûqî bi dawî ne bûye û divê li benda vana bê sekinandin. ‘TENÊ XÎTABÎ NA KIRIN BI FIKARE’ Sancar, anî ziman ku di peyama Demîrtaş de tê gotin ku “li Tirkiyeyê bingeha demokrasiyê tene ji Na’yê pêk nayê” û wiha got: “Ger em tene ji aliyekê civakê re bêjin demokrat wê demê em ê xizmetê cudakariya civakê bikin. Serlahattîn riyek vekirî û rastir pêşkêşî me dike. Îmkana yeketiyeke demokratîka a ku ne tene kesên gotin ‘Na’ kesên gotin ‘Erê’ jî din av de cih bigirin. Bihêzbûna na lewazbûna vê îmkanê ne girînge. Ger lewaz be divê bihêz, ger nû be divê pêşde bibin. Dê ji îro pêde nêrîna me ya siyasî armancên me diyar bike û ev dê diyarker be. Perspektîfek tê pêşkêşkirin pewira me jî ewe ku em vê berbiçav bikin û ragihnînin gel.” ‘YA BINGEHÎN AVAKIRINA BERNAMEYA DEMOKRASIYÊ YE’ Sancar, bi lêv kir ku divê yeketî û îtifaqa demokratîk ji bingehê bê pêkanîn û wiha pêde çû: “Beriya niha îtifaqên ku di navbera saziyan de hatin avakirin bê encam man. Ya girîng avakirina nexşeriya proje û bernameyak demokrasiyê ya ku di bingeh de xîtapî hemû aliyan dike ye. Her wiha di hilbijartina serokomariyê ya dibe pêk bê de namzede ku aliyê muxalif derxîne jî girînge. Namzede hevgirtî ne tenê namzedeke, dê cigirên wÎ hebin û hikûmeta wî hebe. Ev rayeyên ku niha qanûna bingehîn tîne wê demê ewê bikar bîne. Erdogan bi van rayeyan tişta dixwaze bike diyare. Lê aliyê din jî dê çi bike divê di çarçoveya bernameya siyasî de bê nîqaşkirin. Mijar eve.” ‘HEWLDANA BAYKAL BIGUMANE’ Sancar, nirxandinên Denîz Baykal ên div ê çarçoveyê de jî nirxandin û wiha axivî: “Baykal ji bo Erdogan projeyên xwe bi rihetî bixe meriyetê rê vedike. Ez daxuyaniyên Baykal pir zû dibinim. Bê wate û bêcih dibinim, helwesta Baykal a di demên dawî de gelek tiştan bi mirovan dide fikirandin. Tiştên di pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê de kirin gumanan piştrast dike. Van hewldanan li ser navê kê û bi kîjan armancê pêk tîne? Baykal ku projeyên Erdogan ên piştî sala 2015’an rihetir kiirn… niha armancek wî ya çawa heye ku ev qas bil ez derket holê. Ji ber vê yekê ji bo me tu girîngiya daxuyaniyên Baykal tune ye.”