Mungan: Divê bibêjin 'qral tazî ye' 2017-05-06 09:50:47 STENBOL- Akademîsyen Esra Mungan a ku ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya 59 roj in di grevê de ne rojeke ket greva birçîbûnê wiha got: "Bi wan re parvekirina birçîbûnê ligel hemû şertên OHAL'ê peywira her mirovîye. Divê bibêjin qral tazî ye û ev şaş e." Piştevaniya ji bo akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxraçkirin û li ber Abîdeya Mafê Mirovan a cade Yukselê 59 roj in di greva birçîbûnê de ne her diçe zêditin dibe. Ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça li Stenbol, Dersim, Enqere û derveyî welat greva birçîbûnê ya rojekî duh li Kadikoya a Stenbolê start hate dayîn. Akademîsyen Esra Mungan a ku ji ber Belavoka Aştiyê îmze kiribû û ji kar hate avêtin yekem piştevana çalakiya greva birçîbûnê ye. Mungan rewşa Gulmen û Ozakça û piştî îxraçkirinên bi KHK'an rewşa zanîngehan nirxand. 'JI BO PŞITVANIYÊ EM DI GREVÊ DE NE' Mungan bal kişand li ser polîtîkayên nehiqûqî û pêkûtiyê ya li zanîngehan û bi bîr xist ku bi KHK'an ve 150 hezar xebatkarên cemaweriyê hatine îxraçkirin. Mungan got ku ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça rojekî ketiye greva birçîbûnê. Mungan wiha axivî: "Em dibêjin KHK azadiyan tune dike karên wan ji destên wan digire. Em alîgirê jiyanê ne. Ev çalakiya herdu mirovan di roja 60'emîn de ye. Semîh Ozakça 15 kîlo daye. Nuriye Gulmen jî kîlo daye. Em ji bo mirinan dibêjin bes. Belavoka me ya aştiyê jî ew bû. Em alîgirê aştiyê û jiyanê ne. Em birçiyê azadî û edaletê ne." Mungan diyar kir ku ji bo greva birçîbûnê biryarekî lez girtine û wiha berdewam kir: "Ev bedenên ciwan her roj kîlo winda dikin û ber bi mirinê ve diçin. Ji ber vê yekê me bi lez biryar da û pêk anî. Dİbe ku ev çalakiyên wekî gogo berfê mezin bibin. Dê kesên din meşaleyê hilgirin. Ji bo piştevaniyê me ev çalakî kir." Mungan da zanîn ku ew ê li cihê ku greva birçîbûnê dane destpêkirin dê bi welatiyan re nîqaşên wekî di şertên OHAL'ê de jiyaneke çawa dixwazin biafirînin pêş bixin û li van deran tiştên cuda biafirînin. Mungan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê bi sedan kedkarên cemaweriyê şevekî bi KHK'an ve ji kar tên avêtin. Name jî ji wan re nayê şandin. Di 12'ê îlonê de qet nebe name dihat şandin. Ev tiştekî normal nîne. Tiştekî awarte nîne. Ev OHAL e û em dibêjin na." Mungan anî ziman ku çawa ku îmze avêtiye belavoka aştiyê ev jî tiştekî bi vî rengî ye û wiha axivî: "Divê tiştên şaş in bên vegotin. Nîvê şevê bi KHK'ê ve îxraçkirina mamoste û akademîsyenên ciwan nayê qebûlkirin. Bi wan re birçîbûnê parvekirin ligel hemû şertên OHAL'ê peywirekî mirovahiyê ye. Divê bibêjin qral tazî ye û ev şaş e. Em ê vê bikin." 'DÊ TIRKIYE WINDA BIKE' Mungan anî ziman bi îxracan ve zanîngeh ji zanistê dur dikevin û wiha got: "Dê Tirkiye winda bike. Ji sedî sed a vî welatî winda bikin. Ji ber ku divê zanîngeh azad bin. Mamosteyên ku hatine îxrackirin pir bi qalîte ne. Ev ji bo Tirkiyeyê windahiyeke mezin e. Înşakirina zanîngehete heqîqî karekî zehmet û demdirêj e. Xirakirin her tim rehet e. Li vî welatî gelek saziyên ku hatine înşakirin hene. Lê ev hêdî hêdî ji zanîngehbûnê derketine. 200 saziyên ku em nikarin bibêjin zanîngeh dê hebin. Ji wan re nayê gotin zanîngeh. Em kesên ku karê xwe wekî mirovên girtî pêk tînin hilberîna fikr li cihên cur bi cur berdewam bikin." Mungan herî dawî got ku divê piştevaniya ji bo Gulmen û Ozakça bê xurtikirn.