KHK'ê xwe negirt welatiyê teqawît jî îxrac kir 2017-05-06 10:09:36 ÎDIR - Bi KHK a ku di çarçoveya OHAL'ê de hate weşandin ve welatiyê bi navê Evrazak Eyyupoglu yê beriya 10 salan teqawît bûye hate îxrackirin. Welatiyê bi navê Evrazak Eyyupoglu beriya 10 salan li Nexwşexaneya Dewletê ya Îdirê teqawît bûye derket holê ku hatiye îxrackirin. Eyyupoglu bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a di çarçoveya OHAL'ê de di 29'ê Nîsanê hate weşandin de hate îxrackirin. Eyyupoglu diyar kir ku agahiya ku hatiye îxrackirin nû bihistiye û beriya 10 salan ji nexweşxaneyê teqawît bûye.