Partlamenter Altinok: Der barê polîsên ku li Silopiyê zarok kuştin de lêpirsîn hat vekirin? 2017-05-06 10:32:57 ENQERE - Parlamentera CHP’ê Zeynep Altinok, pirsa gelo derbarê polîsên li Silopiyê du zarok kuştin de lêpirsîn hatiye vekirin an na pirsî. Cigira Serokê Giştî û Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Zeynep Altinok derbarê polîsên ku li navçeya Silopiya Şirnexê du zarok kuştin de pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Derbarê bûyera ku bû sedema mirina birayên Muhammet ê 7 salî û Furkan Yilidirimê 6 salî de ji bo Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bersiv dibe pêşniyarpirs hat pêşkêşkirin û ev tişt hatin gotin: “*Di dema bûyerê de çend peywirdarên midûryetê i wir bûn? Ev kes kîne? Polîsên tevlî bûyerê bûne tê îdîakirin ji wir reviyane ev raste gelo? Aqûbeta van kesan çiye? Derbarê wan de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin? *Îdîayên dibêjin beriya ku dozger bê cihê bûyerê wesayîta zirxî ji cihê bûyerê hatiye rakirin û delîl hatine tunekirin rastin gelo? Ger îdîa rast bin kesên ku ev kirine û dane kirin derbarê wan de pêkanînek îdarî hatiye kirin yan na? *Îdîayên ku dibêjin polîsên di wesayîtê de serxweş bûn rastin gelo? Kontrola tibî ya polîsan çend saet piştî bûyerê hatiye kirin û encamên wê çawanin? *Gelo di hundirê wesayîta zirxî ya bûyerê de kamera yan jî pergala deng digire heye yan na? Ger hebe ev qeydên heyî ji aliyê dozgeriyê ve hatiye xwestin an na? Di dema bûyerê de leza wesayîtê çiqas bû? *İPiştî bûyera bû sedema mirina 2 zarokan, hat îdîakirin ku 3 welatiyên bertek nîşanî polîsan dane hatine derpkirin, gelo ev îdîa rastin? Ger hebe kesên ku ev yek kirine derbarê wan de lêpirsînek an jî pêvajoya îdarî hatiye destpêkirin? *Ambulans kengê hat cihê bûyerê? Nûçeyên ku dibêjin ambulans direng hatiye cihê bûyerê rastin gelo? *Ji bo hêzên ewlehiyê yên ji ber OHAL’ê li herêmê pêkanînên keyfî pêk tînin makanîzmayên kontrolkirinê hene gelo? Ev çine? Dema wesayît û polîs li ser peywirê bûn ev bûyer pêk hatiye gelo?”