Xizmên windayan 3 Fîdan bi bîr anîn 2017-05-06 13:51:15 AMED / ÎZMÎR - Xizmên windayan di çalakiya 430'emîn de aqûbeta Mahrem Tanriverdî û Mehmet Tanriverdî pirsîn û Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi bîr anîn. ÎHD'a Îzmîrê jî vê hefteyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu yê di 12'ê Adara 1994'an de li Siwêregê hat qetilkirin pirsî. Çalakiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan a ku her hefte bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hefteya 430'emîn li pey xwe hişt. Xizmên windayan di çalakiya li avahiya ÎHD'ê ya Amedê hat lidarxistin de wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya 430'emîn de aqûbeta Mehmet Tanriverdî û Mahrem Tanriverdî yên li navçeya Licê ya Amedê hate windakirin û careke din jê agahî nehat girtin hate pirsîn. Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ewê aqûbeta windapan bipirsin û hê jî mirov bi binpêkirinan ve rû bi rû dimînin. Bîlîcî destnîşan kir ku divê daraz kiryarên windayan derxîne pêşbêrî edaletê lê li şûna vêyekê der barê kesên ku lêgerîna edelatê didomînin de doz tên vekirin ev nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê jî pêşiya dîtina kiryaran tê girtin. Bîlcî wiha got: "Ji bo darazê bangawaziya me ye bila guh bidin malbatên ku li edaletê digerin. Bila kiryaran bibînin û ceza bikin." 'DI PAŞEROJÊ DE NEHIQÛQIYÊN MEZIN HAT KIRIN' Bîlîcî di berdewama axaftina xwe de wiha got: " Em di şexsê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de hemû kesên ku di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Berê jî li hemberî şoreşger û demokratan nehiqûqiyên mezin hat kirin divê kesek madeyekî wekî darvekirinê negire rojeva xwe. Darvekirin li dijî mirovahiyê sûc e." Piştre çîroka windakirina Mahrem Tanriverdî û Mehmet Tanriverdî yên ku di 6'ê Gulana 1994'an de hatin binçavkirin û careke din ji wan agahî nehat girtin ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan ve hate xwendin. Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. LI ÎZMÎRÊ AQÛBETA ROJNAMEGER BABAOGLU HAT PIRSÎN ÎHD a Îzmîrê ku her hefte aqûbeta windayan dipirse vê hefteyê jî bi bomeya 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê aqûbeta xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adar 1994’an de li Rihayê hat qetilkirin û carekdin jê agahî ne hat girtin pirsîn. Li ser navê ÎHD’ê endamê MYK’ê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend. Çîçek, diyar kir ku ji ber nûçeya Babaoglu ya li ser cerdevanên Siwêregê çêkiriye û di 12’ê Adara 1994’an de bûye manşeta rojnameyê, jêre dibêjin li Siwêregê nûçeyeke heye bang li wî dikin û wiha got: “Ji wê rojê heta niha agahî ji Babaoglu nayê girtin. Kesekê ne dîtiye û agahiya kesekê ji Nazim tune ye. Ligel şahidên derketîne jî hêjî aqûbeta Babaoglu nayê zanîn.”