Operasyonên li Kato Jîrka berdewam dikin 2017-05-06 14:12:43 ŞIRNEX - Li herêma Kato Jîrka ya çoltara navçeya Elkê operasyona leşkerî ku bi beşdariya gelek cerdevan û leşkeran hatibû destpêkirin berdewam dike. Li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyonên leşkerî yên li herêma Kato Jîrka ku ev zêdetirî hefteyekê hatibû destpêkirin berdewam dike. Cihê herêmên ku gelek leşker û cerdevan lê ne ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin û ji qereqolên derdorê jî obûs û havan tên avêtin. Gelek makîneyên kar ku di nav de kepçe jî hene sewqî herêmê hatin kirin. Hat zanîn ku ketina şikeftên herêmê tên girtin.