Cenazeyê Sila Abalayê şandin Erdexanê 2017-05-06 19:47:44 STENBOL -Cenazeyê Sila Abalay a ku li Kuçukçekmeceyê di serdegirtina malê de hat kuştin, ji bo definkirinê şandin Erdexanê. Cenazeyê Sila Abalay (18) a ku li Kuçeya Terzî ya Kolana Tanselê ya Taxa Yeşîlova ya Kuçukçemeceya Stenbolê, di serdegirtina malê de bi îdiaya ku ew û polîsan pev çûne hat kuştin, ji morga Saziya Tiba Edlî hat wergirtin. Piştî karên otopsiyê cenazeyê Abalayê şandin bajarê wê Erdexanê. Tê payîn ku dê sibê cenazeyê Abalayê bê definkirin.