Li Girtîgeha Kurkçulerê hewldana xeternak 2017-05-07 09:02:50 EDENE - Hevserokê HDP'a Ceyhanê yê berê Tahîr Ozdemîr ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tehliye bû diyar kir ku endamên FETO, DAIŞ û El Nûsrayê di navbera qawîşên ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin de bi cih dirin û got: "Bi vî awayî dixwazin rageşiyê derxînin." Ozdemir, dest nîşan kir ku dema ku girtiyên siyasî ji bo hevdîtina vekirî derdixin, endamên Cemaeta Gulenî jî di heman wextê de ji bo hevdîtinê derdixin û bi vî awayî dixwazin bûyer biqewimin û got ku, ji ber vê yekê, îdareya girtîgehê bi hinceta "Xerakirina pergala dewletê" der barê girtiyan de lêpirsînê dide destpêkirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan didomin. Bi taybetî jî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, ya ku her tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye bi awayekî zêde binpêkirin xwe didin der. Hevserokê HDP'a Ceyhanê yê berê Tahir Ozdemir ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tehliye bû wiha got: "Pirsgirêkên li girtîgehê didomin. Sepandinên çewisîner ên li ser girtî û hikumxwaran, ji aliyê îdareya girtîgehê ve tên domandin." 'DIXWAZIN RAGEŞIYÊ BIDIN DER' Ozdemir, îşaret pê kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha got: "Derengê şevê gardiyan ji nişka ve bi ser qawîşan de digirin. Di dema van lêgerînan de, dest datînin ser nîşeyên girtiyan ên rojane ji xwe re dinivîsînin, dest datînin ser rojnameyan. Girtiyên siyasî li qawîşên A, B û C'yê tên ragirtin. Endamên FETO, DAIŞ û El Nûsrayê li navbera van qawîşan bi cih dikin. Bi taybetî jî rêxistinên xwedî fikrên cuda ne, di nava rojê de dirûşmeyan berz dikin û bi vî awayî girtiyên siyasî kişkiş dikin. Bi vî awayî dixwazin rageşiyê bidin der." Ozdemir, anî ziman ku pirtûkên ku malbat dişînin nadin girtiyan û got ku, 3 mehan carekê pirtûkên ku ji aliyê îdareyê ve hatine diyarkirin didin. Ozdemir, dest nîşan kir ku, ji bo Rojnameya Rojeva Medyayê bidin wan, wan gelek caran daxwazname ji îdareya girtîgehê re nivîsandiye û got ku, lê belê bi tu awayî bersiv nehatiye dayîn û bi vî awayî azadiya wan a nûçewergirtinê hatiye astengkirin. Ozdemir, ragihand ku gardiyan dest datînin ser eşyayên girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tên sirgûnkirin û got ku, gardiyan van eşyayên ku desteserkirine bi pereyan didin girtiyan. Ozdemir, dest nîşan kir ku dema ku girtiyên siyasî ji bo hevdîtina vekirî derdixin, endamên Cemaeta Gulenî jî di heman wextê de ji bo hevdîtinê derdixin û bi vî awayî dixwazin bûyer biqewimin û got ku, wan der barê mijarê de, gelek caran daxwazname ji îdareya girtîgehê re nivîsandiye, lê belê ev sepandin bi heman awayî hatiye domandin. Ozdemir, da zanîn ku îdareya girtîgehê der barê girtiyên ku vê sepandinê qebûl nakin de jî bi hinceta "Xerakirina pergala dewletê" lêpirsînê dide destpêkirin. 'GIRTIYÊN KU 4 MEH IN ÊŞA DIRANAN DIKŞÎNIN NABIN NEXWEŞXANEYÊ' Ozdemir, îşaret pê kir ku di bin navê lêgerînê de heqaretên binpêkirina rûmetî li malbatên ku ji bo hevdîtina vekirî û girtî tên dikin û got ku, gardiyan gefan li malbatan dixwin. Her wiha Ozdemir, da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş jî tu gav nayên avêtin û wiha axivî: "Bi tu awayî girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyên derve. Girtiyên ku diçin revîrê jî, bêyî ku bên muayenekirin tenê dermanan didin wan. Bi taybetî jî her çi qas sewqa girtiyên ku êşa diranan dikşînin heye jî, ev 4 meh in ku wan nabin nexweşxaneyê." 'GIRTÎ LI HUCREYÊN YEKESÎ TÊN RAGIRTIN' Ozdemir wiha axivî: "Girtiyê siyasî yê bi navê Deniz Ozdemir, ji roja ku hatiye girtin heta niha li hucreyeke yekkesî tê ragirtin. Mustafa Ali jî, her çi qas ceza lê nehatibe birîn û hîn jî dadgeha wî didome, ev 8 meh in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û hemû mafên wî yên fealiyetên civakî hatine astengkirin." Ozdemir, da zanîn ku dema li hemberî ragirtina li hucreya yekkesî bertek tên nîşandan, îdareya girtîgehê diyar dike ku ev encama giştînameya Wezareta Dadê ye, lê belê bi tu awayî nabêjin ku ji bo çi li wir tên ragirtin.