Baluken sibê derdikeve pêşberî dadger 2017-05-07 12:15:47 AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken k udi 30’ê Çileyê de hat berdan û piştre li ser îtîraza dozgeriyê carekdin hat girtin dê sibê derbikeve pêşberî dadger. Piştî destnedayîna parlamenterên HDP’ê hatin rakirin, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken di 4’ê Cotmeha 2016’an de hat girtin, di 30’ê Çileyê de bi biryara navber a dadgehê hat berdan û li ser îtîrazê carekdin di 21’ê Sibatê de hat girtin dê doza Baluken sibê bê dîtin. Di îdîanameya ku hatiye amadekirin, biryara bê raye hatiye dayîn û ji Amedê re hatiye şandin de hat diyarkirin ku Baluken, endamên Kongreya Civaka Demokratîke (KCD) ye, tevlî civînan bûye axiviye, din navbera salên 2011-2015’an de tevlî 10 meş û daxuyaniyên partiya wî amadekirine bûye. Çûna Baluken a Îmralî, Qendîl û Enqereyê ya di dema “Pêvajoya çareseriyê” de jî û daxuyaniyên di wê demê de jî bûn mijara dozê. Di îdîanameyê de hat îdîakirin ku Baluken sûcên “Yeketiya dewlet û welat xirakiriye”, “endamê rêxistinê ye”, “propagandaya rêxistinê kiriye”, “Ligel hişyariya tevlînebûna civîn û meşan jî belav nebûye” kirine û derbarê wî de cezayê muhabetê yê girankirî û 18 sal tê xwestin. Dadgehê di yekemîn rûniştina dozê ya di 30’ê Çileyê ya li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, li gorî biryara ku ji bo Mustafa Balbay hatibû dayîn Baluken tehliye kiribû. Ev biryara ku bûbû mînak ji bo parlamenterên din ên HDP'ê jî riya tehliyeyê vekiribû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtirazî biryarê kiribû û piştî îtiraza li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate kirin Baluken hate binçavkirin û dîsa hate girtin. Serokê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Cem Boztaş ê biryara berdana Baluken da bi biryaranameya HSYK’ê wekî dadgehê Enqereyê hat tayînkirin. 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku îtîraza parêzer Reyhan Yalçindag a ji bo girtinê kir nirxand, derbarê Baluken ku beriya niha biryara berdana wî dabû, biryara da ku girtina Baluken berdewam bike.