Cenazeye Sila Abalay li Ardahanê hat definkirin 2017-05-07 17:34:03 ARDAHAN - Cenazeye Sibel Abalay ya li Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Ardahanê hat definkirin. Kale Abalay Ahmet Abalay got bila şerê bira bi dawî bibe. Cenazeye Sibel Abalay ya li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê di serdegirtina malê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Ardahanê hat definkirin. Cenazeyê Abalay ku duh ji Stenbolê hat derxistin anîn cemeviya li taxa Alagigundeş Ata ya navçeya Damala Ardahanê. Piştî merasîma di bin dorpêça polîsan de hat pêkanîn cenazeye Alabay li goristana navçeyê hat definkirin. Kalê Abalay Ahmet Abalay ê 69 salî li ser goristanê ji çapeniyê re daxuyaniyek da û wiha got: “Em dixwazin şerê biratiyê bi dawî bibe. Bila dayîkên din ne girîn. Înşalleh xweşî bikeve Tirkiyeyê û bi xêr be. Çareyekdin tune ye. Îro ez sibe tu.” Piştî merasîma cenaze 5 kesên xwestin qerenfîlên sor deynin ser gora Abalay ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.