Kesê qet qanala avê fetisî 2017-05-08 12:06:13 HATAY - Li navçeya Kirikhan a Hataye kesê ji bo neçîra masiyan ket qanala avê, di avê de fetisî. Li Gundê Çamsari yê Navçeya Kirikhanê ya Hatayê 3 kes ji bo masiyan bigirin ketin qanala avê. Ji 3 kesên ketin qanala avê Cumhur Şanverdi (32) di qanala avêde fetisî. Piştî hevalên Şanverdî dîtin ku Şanverdî ji qanalê derkeve bang li yekîneyên tenduristî û cendirmeyan kirin. Heyete piştî lêgerînê cenazeyê Şanverdî ji qanala avê derxistin. Cenazeyê Şanverdî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê û ji wir jî şandin Hatayê.