Li Derya Spî 2 keştî noqî avê bûn: 250 panaber winda ne 2017-05-09 12:41:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Deryaya Spî 2 keştiyên penaberan noqî avê bûn. Di encama bûyerêde 250 kesên di keştiyê de di nava deryayê de winda bûn. Rêxistina Koçberiya Navneteweyî, diyar kir ku di sala 2017’an de Hezar û 89 penaberên ku xwestin ji Deryaya Spî derbasî Ewropa bibin di deryayê de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistinê da zanîn ku sala par 205 hezar û 613 penaber derbasî Ewropa bûn û îsal 43 hezar û 204 penaber derbas bûne. Rêxistinê da zanîn ku 8 hezar û 400 penaber ji deryayê hatine rizgarkirin. Berfirehiya agahiyan tên...