Îdianame heye lê îdia tuneye! 2017-05-09 16:33:41 MÊRSÎN - Li Mêrsînê dozgerê ku mora xwe li tiştekî yekem xist di îdianameyê de cih neda kesên ku der barê wan de ceza dixwaze. Parêzerê dozê Îlhan Ongor wiha got: "Bêyî îdia ceza tê xwestin. 5 meh in li holê îdiayek nîne gelek kes girtî ne. Dozger heye, dadger heye, parêzer heye, bersûc heye, dosya heye lê îdia tuneye." Li Mêrsînê di kanûna 2016'an de di operasyona li dijî HDP'ê de ji 153 kesên hatibûn binçavkirin 72 kes hatibûn girtin. Doza 21 kesên ji wan 12 kes girtî yên ji aliyê dozger ve îdianameya wan hatiye amadekirin li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê hat dîtin. Parêzerên ku beriya dozê dosya lêkolîn kirin matmayî man ku dê muwekîlên xwe çawa biparêzin. Parêzer Mehdî Zana Akkaya bi bîr xist ku muwekîlê wî 5 meh in bi sûcdarkirina "endamê rêxistinê ye" girtî ye û wiha axivî: "Ez nizanim ku çawa muwekîlê xwe biparêzim. Navê wî tenê di beşa gumanbaran de derbas dibe. Lê di dosyayê de muwekîlê min bi çi tê sûcdarkirin di îdianameyê de derbas nake." Akkaya destnîşan kir ku tekane sûcê muwekîlê wî ew e ku rêveberê berê ya HDP'ê ye di îdianameyê de îdiayek tuneye û wiha axivî: "Ji bo ku ez muwekîlê xwe biparêzim tenê girtika li emniyetê hatiye girtin heye ji bilî vê tu îdiayeke şenber nîne. Li gorî wî girteka îfadeyê ez ê parastinê bikim." Parêzer Îlhan Ongor jî navê muwekîlê xwe di îdianameyê de nedîtiye Ongor wiha axivî: "Dadger heye, dozger heye, parêzer heye, girtî hene, dosya heye lê li holê îdia nîne."