Li Çelê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin 2017-05-09 21:30:07 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê di serdegirtina malan de, rêveberên HDP'î jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, di serdegirtina malan de Hevseroka HDP'a Navçeyê Halime Şimşek, Şaban Demiroglu, Fuat Yilmaz, Ramazan Çetinkaya, Fatma Guneş, Ahmet Erdem û Ahmet Yildiz hatin binçavkirin. 7 kesên hatin binçavkirin li muduruiyeta polîsan tên ragirtin.