Dozger e yan dîrokzan e?: Li cîhanê bi navê Kurdistanê cihek tune ye û dê tune be jî... 2017-05-10 09:22:43 STENBOL - Îdianameya der barê hevserokên HDP'a Stenbolê jî di nav de 13 kesan de hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku şîroveyên skandalî hatin kirin de, îfadeyên "ecêbmayî" cih girtin. Di îdianameyê de îfadeyên wek "Ji hêla me ve aşkere ye ku li ser erdnîgariya cîhanê bi navê Kurdistanê welatek tune ye û nemumkun e ku hebe jî" û "Kurdistana ku li ser erdîngariya cîhanê cih nagire û dê qethiyen cih negire" cih girtin. Li Stenbolê, di 12'ê Kanûna 2016'an de li dijî HDP'ê operasyon hatin lidarxistin û di van operasyonan de hevserokên HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de 13 rêveberên HDP'ê hatibûn binçavkirin û di 4'ê Çileyê de jî hatibûn girtin. Piştî 118 rojan şûn ve îdianameya der barê 13 HDP'iyan de hat amadekirin. Îdianameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ve hat amadekirin de, hevserokên HDP'ê û rêveberên wê bi "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin. Di îdianameya ku ji 432 rûpelan pêk tê de, daxuyaniyên çapemeniyê, civînên gel, xebatên partiyê û rapor û plansaziyên fealiyetên partiyê yên HDP'iyan wek unsûrên sûcî hatine nîşandan. REXNEKIRINA HIKÛMETÊ JÎ SÛC E! Dozger di îdianameyê de beşdarbûna daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo binçavkirina rêveberê DBP'a Şirnexê Hurşit Kulter wek "îdiaya bêbinî" nirxand. DOZGER E YAN DÎROKZAN E...? Di berdewamiya îdianameyê de diyar dibe ku dozger dixwaze wek dîrokzanekî tevbigere û ji bo "Kurdistanê" wiha dibêje: "Ji bo bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê yê welatê me, Kurdistan a ku li ser erdnîgariya cîhanê qet cih negirtiye û dê qethiyen cih negire hatiye gotin. Bi vî awayî li gor vegotinên rêxistina terorî PKK/KCK'ê tevgeriyane. Bi vegotina 'şerê qesrê" xwestine Serokomarê me Birêz Recep Tayyip Erdogan berpirsiyarê operasyonên ku li dijî rêxistina terorî PKK/KCK'ê hatine lidarxistin nîşan bidin..." 'KURDISTAN TUNE YE Û DÊ TUNE BE JÎ' Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş, di daxuyaniyeke çapemeniyê de balê kiaşndibû ser rewşa mamosteyên ku piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin îxrackirin. Di îdianameyê de ev daxuyanî wek "Desteka mensûbên rêxistina aîdî FETO'yê hatiye kirin" hatiye şîrovekirin. Her wiha di heman daxuyaniyê de ji bo hevoka Erbaş a bi gotina "Di serî de li bajarên Kurdistanê" dest pê dike jî wiha hat gotin: "Ji hêla me ve aşkere ye ku li ser erdnîgariya cîhanê bi navê Kurdistanê welatek tune ye û nemumkun e ku hebe jî. Bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilat ê welatê me wek Kurdistanê hatiye wesifandin. Bi vî awayî diyar dibe ku li dijî yekpareyiya xaka Dewleta Komara Tirkiyeyê ne û bi vê xwestine ku welatiyên me yên kurd ji dewleta me dûr bixînin. Her wiha hatiye dîtin ku bi îdiayên bêbinî yên wek sirf ji ber kurd bûne li şaredariyan ji kar hatine derxistin û şaredarî hatine desteserkirin re jî xwestine dewleta me bi nîjadperestiyê îtham bikin." WÊNEYÊN MUSLÎM SÛC HATIN HESIBANDIN Di îdianameya ku hemû parvekirinên der bar YPG, YPJ û PYD'ê wek sûc hatine hesibandin de, li ser civaka medyayî parvekirina wêneyên Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm jî wek sûc hatiye hesibandin. Di îdianmeyê de protestokirina girtina Rojnameya Ozgur Gundemê jî wek sûc hatiye hesibandin. DANIŞÎNA EWIL DI 26'Ê ÎLONÊ DE YE 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya ku îdianame qebûl kir, biryara ku dê danişîna ewil di 26'ê Îlonê de bê dîtin da.