Dayika wî li dijî Franco şer kir ew jî li dijî DAIŞ'ê şer dike 2017-05-10 09:38:04 REQA - Şervanê îspanyolî Alberto Garsiya yê ku di operasyona Tebqayê de cih digire, anî ziman ku di şerê ku li dijî Franco dihat kirin û dayika wî jî tê de cih girtibû, niha li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê tê kirin û ji bo jiyana civakiyî ya li Rojavayê wiha got: "Dibe ku ev bîrdozî ji bo gelek derdor û gelan bibe vejîneke nû." Di pêngava 4'emîn a "Xezeba Firatê" de, hindik maye ku li Tebqayê bi temamî DAIŞ'ê bê paqijkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ku ji sedî 95'ê kontrola Tebqayê di bin venêrîna wan de ye, li gel paqijkirina mayinan ji bo cihên ewle derfetên vegerê ji sivîlan re peyde dikin. Her wiha li gel hêzên derdorên cuda yên Sûriyeyê, gelek şervanên enternasyonalîst jî di şer de cih digirin. Yek ji van şervanan jî şervanê îspanyolî Alberto garsiya (Şiyar Santûço) ye. Garsiya, anî ziman ku şerê ku li dijî faşîzma Franco dihat kirin, niha li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê tê kirin. MALBATEKE ŞOREŞGER Santûço yê 26 salî, anî ziman ku wî li Îspanyayê senarîstî û pisrporiya medyaya civakî dikir û got ku, dê û bavên wî ji kevneşopiyeke şoreşger tên, ji ber ku dayika wî li dijî faşîzma Franco têkoşiyaye di girtîgehê de maye. Santûço, diyar kir ku dayika wî nêzî salekê di girtîgehê de maye û got ku, bavê wî jî li welatên Amerîkaya Latîn ên wek Arjantîn, Meksîka û Kubayê xebat bi rê ve birine. Santûço, ragihand ku ew 4 meh berê hatiye Rojavayê, ew li akademiya perwerdehiya leşkerî hînî kurdî bûye û got ku, paşê ji ber pêwendîdanîna bi şervanan wî kurdiya xwe bi pêş xistiye. Santûço, dest nîşan kir ku ramana civakî ya ku li Rojava û Sûriyeya Bakur hîmê wê tê avêtin gaveke pêşketî ye. Santûço, îşaret pê kir ku ji ber ku awayê bîrdoziyê bandor lê kiriye ew hatiye xaka Sûriyeyê û got ku, ev bîrdozî jî xweseriya demokratîk e. Santûço, anî ziman ku divê fikra xweseriya demokratîk li qada wan Katalonyayê bê sepandin û wiha got: "Dibe ku ev bîrdozî ji bo gelek derdor û gelan bibe vejîneke nû. Bi taybetî jî ji bo rêxistinên şoreşger perspektîfeke nû ye. Divê vê yekê baş bibînin. Niha li xakên Rojhilata Navîn şiklê xwe distîne." LI ÎSPANYAYÊ FRANCO, LI SÛRIYEYÊ DAIŞ Santûço, balê kişand ser şerê li dijî faşîzma Franco û bi bîr xist ku, tenê ne gelê Îspanyayê wê demê ji gelek deverên cîhanê şervanên enternasyonalîst berê xwe dane welatê wan. Santûço, dest nîşan kir ku li ser vî esasî li dijî Franco şer hatiye kirin û wiha axivî: "Niha heman alî dîsa hene. Niha jî faşîzm xwe li ser xaka Sûriye û Rojavayê zînde kiriye. Ji her deverên cîhanê kes hatin û li dijî Franco şer kirin. Niha heman rewş ji bo Sûriyeyê têbar e. Şerê li dijî faşîzma Franco dihat kirin, niha li dijî DAIŞ'ê tê kirin. Wê demê çawa hatin Îspanyayê, niha jî divê bên Rojava û Sûriyeyê. Ev berpirsiyariyeke exlaqî ye. Ji bo bicihanîna vê berprisiyariyê ez hatime. Niha em li Tebqayê ne. Heta ku em bi temamî DAIŞ'ê ji Tebqa û Rojavayê paqij bikin em bi pêş ve biçin. Ev berpirsiyariyeke enternasyonalîstiyê ye." 'EZ Ê KAMERAYA ŞOREŞÊ TÊXIM DESTÊ XWE' Santûço, anî ziman ku ew ê pêşî ji bo vê şoreşê bitêkoşe û paşê ew sînemaya xwe çêbike. Santûço, diyar kir ku bavê wî di dema şoreşa Kubayê de karê sînemayê kiriye û got ku, ew ê sînemaya Kuba û Rojavayê bike yek û pêleke nû li sînemaya şoreşê bixe. Santûço, îşaret pê kir ku ew ê bi vî awayî şoreşên Amarîkaya Latîn û Rojavayê bi hev bide nasîn û wiha domand: "Ez ê pêşî çeka vê şoreşê û paşê jî kameraya wê têxim destê xwe. Bi vî awayî ez ê piştevaniya bîrdoziya me ya ku ji bo vê xakê bûye hêvî bikim." Nazim Daştan - dihaber