'Ez pir ji pîşeya xwe hez dikim û ez ê vê têkoşînê bidim meşandin’ 2017-05-10 09:39:19 AMED - Ewil hevseroka Odeya Tebîban a Amedê Dr. Semra Guzel û piştre Hevserok Dr. Yakûp Altaş bi KHK'ê hatin îxrackirin. Altaş anî ziman ku ew pir ji pîşeya xwe hez dike û tu astengî nikarin wî ji pîşeya wî qut bikin. Altan, anî ziman ku ji ber hikûmet aştî û demokrasiyê naxwaze ew hatin îxrackirin. Bi KHK'ê hatin derxistin bi deh hezaran kedkarên tenduristiyê û bijîşk hatin îxrackirin. Herî zêde ji Amedê bijîşk hatin îxrackirin. Serokên Odeya Tabîban a Amedê Dr. Seyfettin Kizilkan, Dr. Şemsettin Koç, Dr. Kemal Karadaş Dr. Yakup Altaş, Dr. Semra Guzel jî di navde bi sedan bijîşk û kedkarên tenduristiyê ji Amedê hatin îxrackirin. Di nav îxrackirinê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) herî dawî hat weşandin Hevserokê Odeya Tabîpan a Amedê Dr. Yakûp Altaş jî hebû. Altaş ê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîla Amedê bijîşkiyê dikir jî wek hevseroka Odeya Tabîban Dr. Semra Guzel bi KHK’ê hatê îxrackirin. Birayê Altaş, Dr. Îsmaîl Altaş jî dema li Siwêreka Rihayê bijîşk bû hat îxrackirin. Dr. Yakup Altaş li ser îxrackirina xwe ji dîhaberê axivî. Altaş da zanîn ku ew pir ji pîşeya xwe hez dike û wiha got: "Ez bi hezkirin û bawerî vî karî dikim. Ji ber vê yekê ezê dê xebata bijîşkiyê û saziyên civaka sivîl bidomînim. Altaş destnîşan kir ku piştî îlankirina OHAL’ê û weşandina KHK’iyan li dijî muxalîfan û bindestan êrîş, girtin û îxracan destpê kir û got ji ber hekîman aştî û kedê parastine hatine îxrackirin. Altaş diyar kir ku ji ber wan li dijî şer helwestekî dane nîşandan hatine îxrackirin û got: “Me hemû polîtîkayên hikûmetê li her qadê rexne dikir vê yekê tînin serê me. Ji ber ev em di bin êrîş û gefên hikûmetê de man. Li gel min heta niha 39 aktîvîst û endamên me hatine îxrackirin. Ev encama bê tehamuliya li dijî raman û nêrînên cuda ye.” ‘DIXWAZIN TÊKOŞÎNA ME BIÇÛK BIKIN’ Altaş anî ziman ku ew bi awayekî dij hiqûqî ji hemû mafên xwe yên cemawerî hatine dûrxistin û got hemû kedkarên tenduristiyê êrîşên mezin hene. Altaş ev tişt got: “Armanc ew e ku dixwazin rêveberiya me pasîfîze bikin û împaratoriya tirsê li ser wan û endamên wan çêbikin. Bi van îxrackirinan xebat û têkoşîna me yên parastina aştî, demokrasî, hekîmiya baş û tenduristiya civakê pasîfîze dikin.” ‘HEKÎMÎ TENÊ NE Lİ QADA CEMAWERIYÊ YE’ Altaş bilêv kir ku ew ê têkoşîn û parastina aştî û demokrasiyê hin mezintir bikin û wiha pê de çû: “Dibe ku mafê me yên cemaweriyê ji me sitendibin lê bijîşkî tenê ne li qada cemaweriyê tenê tê kirin. Em hekîm hemû ji hev hez dikin û ez pir ji bijîşkiyê jî hez dikim. Ji ber vî awayî jî ez ê têkoşîna tenduristiyê berdewam bikin. Em ê qet ji vî karî paş de gav ne avêjin.” Altaş da zanîn ku îxrackirin li dijî mafê mirovan e û got ew ê têkoşîna hiqûqî li her qadê bidin meşandin. DU BIRA ÎXRAC BÛN Altaş îxrackirina birayê xwe Dr. Îsmaîl Altaş ê ku li Siwêreka Rihayê dixebitî jî bibîr xist û wiha got: “Li derdora me gelek hevjînên hev û xwişk û birayên hev hatine îxrackirin. Hikûmet dixwaze rûmet û nanê me jî ji me bistîn e. Dixwazin em serê xwe ji wan re bistînin. Têkoşîna min û ya birayê min a ji bo tenduristiyê wê berdewam bike.” ‘KES NIKARE TÊKOŞÎNA ME ASTENG BIKE’ Altaş axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hikûmet dixwaze li ser me tirsa împaratoriya ava bike. Dixwaze bi van îxrackirina peyamê bide gel. Lê em ê qet dev ji têkoşîna ked, demokrasi û kedê bernedin. Ev pêvajo wisa berdewam nake. Bila hevalên me qet netersînin em ê teqez vegerin ser kare xwe.” Bîlal Guldem - Sonya Bayik