Li dijî MÎT, TSK, EGM'ê operasyon 2017-05-10 11:40:58 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 53 endam û rêveberên MÎT, TSK, EGM û wezaretan de biryara binçavkirinê derxist. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di çarçoveya lepirsîna doza FETO de, der barê 53 endam û rêveberên Teşkilata îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê (EGM) de biryara binçavkirinê derxistin. Piştî biryara dozgeriyê li Stenbolê û 17 bajarên din operasyon hat destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin.