Şahidê di doza JÎTEM'ê de axivî: Hasan Atîlla Ugur 3 kes înfaz kir 2017-05-10 15:10:33 ENQERE - Şahidê bi navê "Aydos" ê di doza JÎTEM'ê ya Qoserê de axivî got ku Fermandarê Cendirmeyan Hasan Atîlla Ugur di têketina navçeyê de 3 kes înfaz kiriye û cenazeyên wan jî daniye ber nexweşxaneya dewletê. Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya têkîldarî kuştina 22 kesên di 1992-1996'an de hatiye vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Di dozê de şahidê nepen ê bi navê "Aydos" hate guhdarkirin. Parêzerên mexdûran, parêzerên bersûcan û di çarçoveya xebata Şopandina Dozê ya ku Navenda Hefizeyê û Baroya Şirnexê bi hevre didomînin Asya Ergun û Gulbahar Dogan beşdar bûn. Di dozê de efserê teqawît Hasan Atîlla Ugur, Fermanadarê Cendirmeyan a Amedê ya wê demê Eşref Hatîpoglu, Fermandarê Boluka Qomando ya Cendirmeyan Ahmet Boncuk, Serçawîş Unal Alkan, 4 leşker û kesên bi navê Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr ên tê gotin ji "Tîma Xençer" in tên darizandin. Beriya ku danişîn dest pê bike parêzer Erdal Kuzu xwest bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bibe. Lê hyeta dadgehê bi hinceta ku SEGBÎS ne ji bo parêzeran e ji bo bersûc. şahid û mexdûran e ev daxwaza parêzer Kuzu red kir. Şahidê nepen ê bi navê "Aydos" ê ku ji Girtîgeha Kirikkaleyê anîbûn dozê dernexistin salona dadgehê. Beriya ku Aydos bê guhdarkirin parêzerê Hasan Atîlla Ugur, Murat Bulent Hattaoglu axivî û got ku di navbera muwekîlê wî û Aydos de husumet heye ji ber vê yekê jî xwest bi nasnameya xwe ya aşkera bê guhdarkirin. Lê heyeta dadgehê bi hincetea Biryara Parastina Şahidan ev daxwaza parêzer red kir. 'MIROV AVÊT BÎRAN' Aydos ê ku deng û dîmenê wî hate guhertin û bi vî rengî hat guhdarkirin têkîldarî pirsa ku maktul û bersûcan nas dike yan na diyar kir ku hin ji wan nas dike. Aydos got ku bersûc Hasan Atîlla Ugur di navenda bûyeran de ye û ji bo wê demê digot "Ez xwedêyê Mêrdînê ne" û wiha axivî: "Ji ber ku bûyer pir kevn e detay nayê bîra min lê ez ji bersûcan Hasan Atîlla Ugur nas dikim. Ji ber ku Hasan Atîlla Ugur Fermandarê Cendirmeyan a Qoserê bû hemû bûlerên li herêmê dizane. Kesekî ku digot ez xwedê yê Mêrdînê me. Hasan Atîlla Ugur pêkûtî li mirovan dikir, dema ku dixwest malên welatiyên desteser dikir yê ku dixwast dibir. Fermandarekî Cendirmeyan a navçeyê bû. Nîvê şevê mirov bi hinceta PKK'î ne ji malên xwe digirt û înfaz dikir. Davêt bîran. Kadroyên wî yên esasî hebû. Ya ku Hasan Atîlla Ugur li welat dikir ev bû." Parêzerên bersûcan diyar kirin ku Aydos berê di îfadeyên xwe de gotiye ku Ugur, PKK'iyê bi navê Yasîn înfaz kiriye lê ev bi belgeyên fermî hatin derewandin. Li ser vê Aydos ê mafê axaftinê hat dayîn got ku kesê navborî ne YAsîn, Alî Temel e. Aydos di îfadeyên xwe de wiha got: "Bûyera ku ez qalî dikim têkîldarî Yasîn nîne, têkîldarî Alî Temel e. Me di şikeftekî de ew girtin. 5 kes bûn. 3 kes me li wir kuşt. Alî Temel û kesekî din me li têketina Qoserê înfaz kir. Me jinen û mêrek kuşt û avêt ber Nexweşxaneya Qoserê. Hasan Atîlla Ugur gule berda serê Alî Temel û înfaz kir. Ez wê şevê bi taybetî li wir bûm." Parêzerên bersûcan diyar kirin ku şahidiya Aydos şeluye û ji bo dosyayê tu sûda wî tuneye û gotinên wî qebûl nakin li ser vê Aydos got ku ji ber ku demeke dirêj derbas bûye dixwaze dem ji bo wî bê dayîn û bi nivîskî îfadeya xwe amade bike û pêşkêşî dadgehê bike. Li ber vê parêzerên bersûcan gotin ku şahid nikarin bi nivîskî îfade bidin. Parêzerên mexdûran jî diyar kirin ku divê ji bo Aydos dem bê dayîn îfadeya ku Aydos bide girîng e û divê heyeta vê yekê li ber çavan bigire. Mehmet Salîh Kilinçaslan ê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye jî bi SEGBÎS'ê beşdarî dozê bû û got ew tevli îfadeyên Aydos nabe. Heyetê piştre daxwaza parêzêren mexdûran a ku Aydos di danişîna bê de bê guhdarkirin qebûl nekir. Doz taloqî 14'ê Îlonê hat kirin.