Di şerê Çelê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 2016-12-02 10:28:34 COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derket. Di şer de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkerên derketin operasyonê bi şervanên PKK'ê re ketin şer. Hat zanîn ku di şer de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.