Kamyonê pê li zarokê 8 salî kir 2017-05-10 16:40:28 AMED - Zarokê bi navê Bîlal Akbag ê 8 salî dema li gundê Xanika Jêr Çinarê ji dibistanê diçû malê kamyona kolanê lê xist û jiyana xwe ji dest da. Gundiyan riya Amed-Mêrdînê ji trafîkê re girtin û bertekên xwe anîn ziman. Zarokê bi navê Bîlal Akbag ê 8 salî dema li gundê Xanika Jêr Çinarê Amedê ji dibistanê diçû malê, dema li riya Amed-Mêrdînê derbasî aliyê din dibû kamyona kolanê lê xist. Zarok li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Gundiyên bezîn cihê bûyerê bertek nîşanî ajokarê kamyonê dan. Ajokarê navê wî nehat zanîn ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Gundiyên ku xwestin li cihê bi dehan carane qeza lê tê jiyîn pir bê avakirin bi armanca bertekên xwe bînin ziman rê ji trafîkê re girtin. Ji ber çalakiya gundiyan a li ser rê riya Amed-Mêrdîn demekê ji trafîkê re hat girtin û li ser rê wesayît li pey hev rawestiyan. Gundiyan piştî demekê çalakiya xwe bi dawî kirin. Cenazeyê zarok rakirin nexweşxaneyê û piştî karên otopsiye dê li goristan gund bê definkirin.