Li Tendurekê teqîn: 4 leşkeran birîndar bûn 2017-05-10 17:15:38 AGIRÎ - Li navçeya Bazîda Agiriyê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat 1 jê giran 4 leşker birîndar bûn. Li qûntara çiyayê Tendurekê yê li navçeya Bazîda Agiriyê ye di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat û di teqînê de 1 jê giran 4 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên navçeyê.