Ulaş Bayraktaroglu li Reqayê jiyana xwe ji dest da 2017-05-10 17:39:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanê Geziyê Ulaş Bayraktaroglu yê ku tevlî operasyona rizgarkirina Reqayê bû, di pevçûneke bi DAIŞ'ê re jiyana xwe ji dest da. Endamê Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) û çalakvanê Geziyê Ulaş Bayraktaroglu yê ku tevlî Operasyona Xezeba Firatê ya ku ji bo rizgarkirina Reqayê hatibû detspêkirin bû, hat hînbûn ku di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. BOG'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Bayraktaroglu, di pevçûneke bi DAIŞ'ê re jiyana xwe ji dets daye. Di dema çalakiya Geziyê de Bayraktaroglu li Stenbolê hatibû girtin û piştî demekê ji girtîgehê hatibû tehliyekirin.