Endamên Meclîsa Partiyê yên DBP'ê tehliye bûn 2017-05-10 19:15:00 AMED - Di doza ku der barê 8 jê girtî 27 siyasetmedarên kurd de hatibû vekirin de, hemû siyasetmedarên ku bi awayekî girtî dihatin darizandin hatin tehliyekirin. Di çarçoveya operasyona ku li hemberî Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê û KJA'yê de, di 13'ê Nîsana 2016'an de Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên herêmî Çimen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên berê Pero Dundar, Yusuf Koyuncu, Turan Genç û Abdullah Cin û endamên DBP'ê Mehmet Taha Burakmak, İbrahim Durmuş, Serdar Tursun jî di nav de, der barê 8 jê girtî 27 siyasetmedaran de doz hatibû vekirin. Di doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, bi tawanbariya "avakirin û birêvebirina rêxistinê" der barê siyasetmedarên kurd de heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê dihat xwestin. Hemû siyasetmedarên kurd ên ji ber vê dozê girtîbûn, beşdarî danişînê bûn û Orhan Karaca yê ku ji ber dozeke din girtiye jî ji Girtîgeha Mêrsînê anîn. Her wiha hin bersûcên ku bi awayekî negirtî dihatin darizandin jî tevlî danişînê bûn. Piştî parêziyan, heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê daxuyand. Heyetê dadgehê bi şertê venêrîna edlî û qedexeya derketina derve biryara tehliyekirina siyasetmedarên girtî Turan Genç, Çimen Işik, Pero Dundar, İbrahim Durmuş, Serdar Tursun, Abdullah Cin, Mehmet Taha Burakmak û Yusuf Koyuncu da. Ji bo tememkirina kêmasiyên dosyeya dozê, danişîn taloqê meha Mijdarê hat kirin. DER BARÊ DOZÊ DE Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Hevseroka Rêveberên Herêmî yên Demokratîk a DBP'ê Çimen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê yên berê Pero Dundar, Yusuf Koyuncu, Turan Genç, Olcay Kanlıbaş û Abdullah Cin, Hejmaryarê Giştî yê HDP'ê Huseyin Yilmaz û endama KJA'yê Zozan Toprak jî di nav de, der barê 27 siyasetmedarên kurd de bi îdiaya "rêvebertiya rêxistinê" heta 22 sal û nîvan cezayê girtîgehê doz vekiribû. Dozger di guhdarîkirinên telefonan yên ku di îdianameyê de cih digirtin de tu unsûrên sûcî nedîtin û her wiha peyva kovarê ya ku di jiyana rojane de tê bikaranîn wek "bombe", peyva pirtûkê wek "çeka lûledirêj", peyva nameyê "çalakiya bi bombe û çekê", peyva pîvazê wek "bombeya destan", peyva nan wek "roketatar" û peyva avê jî wek "benzîna ku ji bo molotofan tê bikaranîn" nîşan da. Di danişîna ewil de ji bersûcan Ridvan Sincar, Olcay Kanlibaş û Suzan Toprak hatibûn tehliyekirin.